Pedersen: Aliyên sereke yên Sûriyê gotin ku pêvajoya operasyona leşkerî bi dawî bûye

Nûnerê NY’yê yê Sûriyê Geir Pedersen îdia kir ku aliyên destê wan di Sûriyê de hene, ew agahdar kirine ku pêvajoya operasyonên leşkerî bi dawî bûye.

Pedersen: Aliyên sereke yên Sûriyê gotin ku pêvajoya operasyona leşkerî bi dawî bûye
29 ÇILE, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Geir Pedersen ji rojnameya Şerq El-Ewsat re axivî û got li Sûriyê tu nakokiyên stratejîk di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê de tune ne. Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgiriya wî dike da ku nêzîkatiya “gav beramberî gavê” bi pêş bixe, ji bo ku gavên ku divê aliyên li Sûriyê biavêjin, diyar bibin heta ku di dawiyê de biryara NY’yê ya 2254’an pêk bê.

Pedersen îdia kir ku nûnerên Rûsya û DYA’yê ew agahdar kiriye ku amade ne tev li nêzîkatiya “gav beramberî gavê” bibin. Her wiha got di 2 salan de eniyên li Sûriyê nehatine guhertin û wiha domand: “Aliyên sereke got pêvajoya operasyonên leşkerî bi dawî bûye.”

Hemwextî axaftina Pedersen, dewleta Tirk hîna êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û aloziya li Idlibê berdewam e.

Pedersen got DYA’yê dev ji siyaseta guhertina rejîmê berdaye û hewl dide tevgera rejîmê biguherîne.

Têkildarî tevlênekirina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di dan û standinên Cinevê de, Geir Pedersen got: “Li gorî biryara 2254’an MSD wek beşeke opozîsyonê nayê hesibandin û rewş hîna wiha ye.”

Pedersen têkildarî civînên komîteya destûrê jî ku bi ser neketin, got: “Diyaloga bi Şamê re didome, me hinek pêşniyar pêşkêş kirin. Em ê têkiliyê bi desteya dan û standinan re deynin. Ez hêvî dikim ku di 2 hefteyên pêş de, lihevkirineke hevbeş çêbe ku di Sibatê de komîteya destûrê li hev bicive. Li ser esasê wê civînê, civînên din di Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de dê li dar bikevin da ku pêşketineke rasteqîn çêbe.”

(şx)