Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê hemwextî operasyonên lêgerînê yên li taxên Hesekê, hemleya lêgerînê di hundirê girtîgeha Sînaa de jî berdewam dikin.                   

Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê didomin
29 ÇILE, 2022   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyonên lêgerînê yên li girtîgeha Sînaa û taxên bajarê Hesekê didomînin.

Nûçegihanê me ji bajarê Hesekê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên bajêr bi cih bûne.

Operasyonên lêgerînê li avahiyên girtîgehê û li taxên din ên bajarê Hesekê bi hevkariya şêniyên bajêr ên ji bo şaneyên çeteyên DAIŞ'ê, di roja sêyemîn de didomin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Samî Ebdulkerîm Diyab ku beşdarî hemleya lêgerînê ya li taxa Xiwêran a Hesekê bû, da xuyakirin ku hevkariya şêniyan bi wan re li nava taxên bajêr didome û diyar kir ku erka wan a sereke lêgerîna derdora girtîgeha Sînaa û parastina malên sivîlan e.

(dx)

ANHA