​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa bûyerên li girtîgeha Sînaa ye’

Siyasetmedar û hiqûqnasan bang li civata navneteweyî kir ku têkildarî dosyaya çeteyên DAIŞ`ê bi erka xwe rabe û got "Dewleta Tirk êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê plan kirin."

​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa bûyerên li girtîgeha Sînaa ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa bûyerên li girtîgeha Sînaa ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa bûyerên li girtîgeha Sînaa ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa bûyerên li girtîgeha Sînaa ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa bûyerên li girtîgeha Sînaa ye’
28 ÇILE, 2022   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê careke din dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xist rojevê.

Hiqûqnas û siyasetmedar diyar dikin ku civata navneteweyî berpirsa xetereya heyî ye, ji ber ku çareseriyeke domdar ji vê dosyayê re nabîne ku destê dewleta Tirk û hêzên navneteweyî û herêmî di êrişên li dijî Xiwêranê de heye.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid Hesen têkildarî mijarê got: "Hewcedariya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê bi çareseriyeke li ser asta Sûriyê û navneteweyî heye da ku ev dosya were girtin. Ji ber ku xetereyê li ser Sûriyê û cîhanê çêdike."

Xalid Hesen ev êriş û kesên li pey wê şermezar kirin û wiha dewam kir: "Em bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û dewletên hemwelatiyên wan di nav çeteyên DAIŞ`ê de hene, dikin ku bi berpirsyariya xwe ya exlaqî rabin."

Xalid Hesen diyar kir di çarçoveya lidarxistina diyalogên sûrî-sûrî û beşdariya navneteweyî de, hewcedariya dosyaya DAIŞ`ê bi çareseriyeke siyasî heye.

Parêzer Nûredîn Şakir jî îşaret bi xetereya girtiyên DAIŞ`ê ya li ser herêmê kir û got: "Dibe sedema bêewlehî û bêîstiqrarê, ji ber ku DAIŞ bi dawî nebûye û şaneyên veşartî hîn jî tev digerin. Mînaka herî berbiçav jî bûyerên li bajarê Hesekê ne ku asta xetereya wan diyar dike."

Şakir destnîşan kir ku êrişên dawîn ên DAIŞ`ê berhema planeke mezin in û wiha axivî: "Destê dewleta Tirk tê de heye, lewma divê dadgehên navneteweyî û civata navneteweyî xetereya DAIŞ’ê ya li ser cîhanê li ber çavan bigire."

Parêzer Alan Qasim îşaret bi êrişên li ser girtîgeha Sînaa kir û got: "Ev êriş plankirî bûn, ji ber ku bûyerên li girtîgehê qewimîn ne hêsan bûn. Li aliyekî din jî ev ne cara yekemîn e ku şaneyên DAIŞ`ê ji bo reva girtiyan êrişî girtîgehê dikin."

Qasim diyar kir ku ji berjewendiyên dewleta Tirk e ku ewlehî û îstiqrara herêmê têk biçe, ji ber ku hemwextî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef. Qasim bang li dadgeh û hêzên navneteweyî kir ku çeteyên DAIŞ`ê darizînin.

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Xalîde Ebdo axivî û got: "Bûyerên vê dawiyê li girtîgeha Sînaa ya Hesekê rû dan, encama paşguhkirina navneteweyî ji dosyaya girtiyên DAIŞ`ê re ye. Li aliyekî din jî hemwextî van êrişan, dergeh hatin girtin û ambargo li ser herêmê hate ferzkirin, ev jî isbat dike ku destê hin aliyan di van êrişan de heye."

Xalîde Ebdo bal kişand ser xetereya kampa Holê ku malbatên çeteyan lê hene û got: “Derengxistina çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ`ê, mimkun e çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogan asteng bike."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel têkildarî mijarê axivî: "Paşguhkirina civata navneteweyî ji terorîstan re, bû sedema ku bûyerên berî çend rojan li Hesekê derketin."

Mihemed Berkel da zanîn ku êrişên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û Til Temir ne qut in û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev yek bi armanca desteka ji êrişên şaneyên DAIŞ`ê li dijî girtîgehê, pêk hat. Hikumeta Şamê jî ruxmî nuqteyên wê yên leşkerî nêzî herêmê ne, der barê bûyerên li Hesekê de tu helwest nîşan neda."

(eh)

ANHA

<iframe width="650" height="350" src="https://www.youtube.com/embed/6bWdfD3yqgM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>