'Rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogên navxweyî ye'

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û gundewarê wê Mihemed Sadiq El-Isêdî, îşaret bi girîngiya diyalogên sûrî kir û got: "Rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê û parastina yekitiya gel û xaka Sûriyê diyalog e."

'Rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogên navxweyî ye'
28 ÇILE, 2022   04:18
MINBIC-EHMED QERACE

Rêveberiya Xweser ji destpêka ku hatiye damezirandin ve, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî û aştiyane banga diyalogan li tevahî aliyên sûrî dike.

Têkildarî mijarê berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û gundewarê Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî û got: "Aloziya Sûriyê bi planeke navneteweyî ye da ku xaka wê parçe bikin û xêr û bêrên wê jî talan bikin."

Mihemed El-Isêdî diyar kir ku piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê, Rêveberiya Xweser banga diyalogan li hikumeta Şamê kir, lê hikumetê red dike û wiha domand: "Sûriye di rewşeke kambax re derbas dibe, ev jî azara sûriyan zêdetir dike, mînaka vê yekê jî rewşa bajarê Hesekê ye. Ji lew re rêya yekane ya çareserkirina alozioya Sûriyê diyalog e."

El-Isêdî îşaret pê kir ku berjewendiyên hemû hêzên derve li Sûriyê hene û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze timayên Osmaniyan zindî bike û dewletên zilhêz jî, ji bo berjewendiyên xwe dixwazin ku Sûriyê parçe be û gelê wê her tim di nava nakokiyan de be, da ku aborî welat têk derbe bikin û xêr û bêra wê jî talan bikin."

Mihemed El-Isêdî da zanîn ku Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de digire û ev lê zêde kir: "Em jî baş dizanin ku aloziya Sûriyê bêyî diyalogên sûrî, çareser nabe û divê çareseriyeke siyasî ji bo gel û yekitiya xaka Sûriyê hebe."

Mihemed El-Isêdî bi domdarî got: "Dewleta Tirk a dagirker diyalogên sûrî-sûrî naxwaze, di  heman demê de naxwaze hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser li hev bikin da ku gendeliyê derxe û Sûriyê bêewle bimîne. Isbata vê yekê jî şêniyên Sûriyê dike çete û wan li dewletên din dişîne eniyên şer."

Berdevkê Meclisa Rûsiyan a bajarê Minbic û gundewarê wê Mihemed Sadiq El-Isêdî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em gelê Sûriyê, yekitiya gel û xaka Sûriyê dixwazin, her wiha dixwaze lihevkirinek di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çêbibe da ku xewna sûriyan bi cih were. Em jî li ser bingeheke demokratîk banga yekitî û îstiqrara Sûriyê dikin."

(eh)

ANHA