Eşîrên Ereb û Kurd: Hedefa wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd da zanîn ku armanca hikumeta Şamê ji "lihevkirinan" derbekirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku rûyê xwe spî bide xuyakirin. Her wiha got, ev "lihevkirin" propaganda û diruşmên xeyalî ne ku li Derayê bi bin ketin.

Eşîrên Ereb û Kurd: Hedefa wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e
28 ÇILE, 2022   03:25
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Hikumeta Şamê vê dawiyê "lihevkirin an jî çareseriyan" li Reqa û Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin. Armanca wê ji vê yekê ew e ku bi xapandina şêniyan ji nû ve van herêman kontrol bike. Lê hewldanên wê bi rêya xwepêşandanên gel hatin redkirin.

Rûspiyê eşîrên Ereb û Kurd da zanîn ku "lihevkirinên" ku hikumeta Şamê pêk tîne hewldaneke da ku jinûve herêmê kontrol bike û gotin, ne pêkan e ku herêmên vegere beriya krîzê.

Têkildarî mijarê, rûspiyekî eşîra Omera, Reşad Hec Xelîl "lihevkirinên" li Dêrazorê yan jî li Dera bi "propaganda" wesif kirin û wiha got: "Ev lihevkirin bê bê kêr in û tu encamên erênî ji gel re naynin. Lê belê hikumeta Şamê hewl dide bi wê yekê moralên xwe bilind bike û hebûna xwe li ser erdê îsbat bike."

Hec Xelîl anî ziman ku hikumeta Şamê piştî  "lihevkirinên" ku li hin herêmên Sûriyê pêk anîn, ciwanên ku derbasî lihevkirin û çareseriyan bûne digirin.

Hec Xelîl diyar kir ku lihevkirinên ku hikumeta Şamê pêk tîne tu çareyekê ne ji krîza Sûriyê re, ne jî muxalefet û ne jî eşîr û welatiyên herêmên dîtir re nayîne û wiha pê de çû: "Hikumeta Şamê tenê dixwaze desthilatiya xwe dirêj bike û armanca wê ne çareserkirina krîza Sûriyê ye."

Reşad Hec Xelîl îşaret bi armanca hikumeta Şamê ji siyaseta "lihevkirinê" kir û wiha lê zêde kir: "Şam hewl dide tecrûbeya Rêveberiya Xweser derbe bike û bêje ew hîna heye."

Hec Xelîl wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser bi van "lihevkirinan" bandor nabe. Ji ber ku her kes rastiya rejîma Sûriyê dizanin ku di dirêjahiya salên krîza Sûriyê bi milyonan welatî qetil kirin û penaber kirine. Ev "lihevkirin" bi bin ketin. Ji ber ku rejîmê li Dera pêk anîn, lê niha hemleyên girtinê dest pê kiriye û rageşî berdewam e."

Hec Xelîl bal kişand ser niyeta hikumeta Şamê ji "lihevkirin" û "çareseriyan" û ev tişt got: "Heke niyeta Şamê lihevkirin bûya wê demê bazirganî bi şêniyan nedikir. Gelo cewherê van "lihevkirinan" çi ye? Ew yek bazirganî û xapandina gelê Sûriyê ye."

Reşad Hec Xelîl eşkere kir ku bi naskirina gel ji hestiyariya qonaxê re ew siyaset têk diçin.

Ji welatiyên qebîleya Cibûr, Feysel Seîd El-Herîs da zanîn ku piştî ku QSD’ê DAIŞ têk bir, hikumeta Şamê gelek caran hewl da şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya "lihevkirinan" bixe bin kontrola xwe û ji nû ve vegerîne "mala koletiyê".

El-Herîs îşaret bi "lihevkirinan" kir û wiha got: "Ev yek gotin û diruşmên xeyalî ne, bi taybet piştî bineketina wê li Dera bi awayekî eşkere hate îsbatkirin. Ji ber ku endamên hikumeta Şamê piştî "lihevkirinan" welatî girtin."

El-Herîs destnîşan kir ku derbasbûna hêzên Rûsya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek amadekirina zemînekê ji vegera hikumeta Şamê re bû û wiha domand: "Derbasbûna Rûsya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rêbazeke ku welatiyên herêmê têkevin xefka lihevkirinên bi rejîma Sûriyê re û ev yek jî bi tu awayan nayê qebûlkirin."

El-Herîs anî ziman ku yên "lihevkirin" bi hikumeta Şamê re qebûl kirine nûnertiya xwe tenê dikin û da zanîn ku ev "lihevkirin" bi darê zorê pêk hatin.

Her wiha El-Herîs ev tişt anî ziman: "Em welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  me baweriya bi rejîma Sûriyê winda kir. Ew jî piştî em gihaştin fikirê hevbeş di maf û erkan de. Ji ber wê tu kes vegera rejîma desthilat qebûl nake."

El-Herîs behsa armanca rasteqîn ji "lihevkirinan" hikumeta Şamê kir ku hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji ber ku hikumeta Şamê vê projeyê xeter dibîne ku li hundirê Sûriyê belav bibe û ev tişt got: "Projeya Rêveberiya Xweser keştiya rizgarkirinê ya bi serkêşiya welatiyên herêmê ber bi bejahiyê ve ye."

Ji eşîra El-Xewatîne, Emar Mûsa da zanîn ku "lihevkirin" di çarçoveya siyaset û rêgeza jehevistina pêkhateyên herêmê de ye, bi taybet piştî serkeftina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên li herêmê.

Mûsa wiha got: "Van hemû tiştan hişt ku rejîm lîstokekê bixe nava pêkhateyan. Ji ber êrişên leşkerî û kiryarên berê pêk anîne tu encam bi xwe re neanîn. Bi wê re dest bi lihevkirin an jî vegera li hembêza welat kir."

Mûsa wiha domand: "Me "lihevkirinên" li Dera dîtin ku bandorên neyênî li civakê kirine û me dît ku çawa gelek pirsgirêk bi xwe re anîn û gihaşt asta kuştinê. Rejîm bi van lihevkirinan dixwaze rûyê xwe xweşik bide xuyakirin."

Têkildarî armanca hikumeta Şamê ji "lihevkirinan" Mûsa ev tişt anî ziman: "Şam hewl dide bi rêya lihevkirinan eşîrên Ereb ber bi xwe ve bikişîne. Ji ber dizane ku welatiyên eşîran tev li Rêveberiya Xweser û QSD’ê bûne."

Emar Mûsa anî ziman ku hevgirtina pêkhateyên herêmê di projeya Rêveberiya Xweser de bersiva guncaw ji hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev lihevkirin şeklî ne û têkiliyên kevn û xurt ên pêkhateyên herêmê û yên niha li ser rêgeza biratiya gelan û hevgirtinê li dar ketin têk nabin."

(fr)

ANHA