ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2022
28 ÇILE, 2022   00:00

-Di ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê re 4 sal derbas bûn.  Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser kantona Şehbayê didomîne, her wiha hikumeta Şamê ambargoyeke giran ferz kiriye, di encamê de her tim zarok dibin qurbanî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û gundewarê wê Mihemed Sadiq El-Isêdî, îşaret bi girîngiya diyalogên sûrî kir û got: "Rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê û parastina yekitiya gel û xaka Sûriyê diyalog e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspî û welatiyên eşîrên Ereb û Kurd da zanîn ku armanca hikumeta Şamê ji "lihevkirinan" derbekirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku rûyê xwe spî bike. Her wiha piştrast kir ku ev "lihevkirin" propaganda û diruşmên xeyalî ne ku li Derayê bi bin ketin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîran da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst hemû sûcên qirkirinê li ser gelê Kurd pêk tîne, wekî bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî wekî hêmanekî teşwîqê ye ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên qirkirina kurdan berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Sekreterê Giştî yê P.D.K.S'ê Cemal Şêx Baqî got, şaneyên DAIŞ'ê bi tenê nikarin êrişî girtîgeha Sînaa bikin û destnîşan kir ku yên ku plana vê êrişê danîne dewleta Tirk û hikumeta Şamê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama Koordînasyona Kongra Star li Ewropa Dilşa Osman got, divê gelên Rojhilata Navîn li koka xwe ya dîrokî, şaristanî û çanda xwe vegerin, her wiha li sîstema jiyana hevbeş bigerin. Dilşa Osman da zanîn ku berdewamkirina diyalog û nîqaşên cidî ji bo Kurd û Ereban girîng in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedar û hiqûqnasan bang li civata navneteweyî kir ku têkildarî dosya çeteyên DAIŞ`ê bi erka xwe rabe û got, dewleta Tirk plan û êrişên dawî yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê pêk anî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Cihê ji bo çapemeniya Tirk bê gotin jî ne bes e. Em di serdemeke wisa de ne ku azadiya agahîgirtinê ya mirovan nîn e. Çapemenî di destê desthilatê de bûye yekreng û berdevkiya wê dike, feraset û rojevên çêkirî diafirîne û nûçeyên derew derdixe û bûye çeka herî karîger a şerê psîkolojîk. Ew di vî warî de jî têra xwe serkeftî ye.

 JIN

-Destpêka bidawîbûna çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê bû.  Şahîdeyeke çîrok û hûrgiliyên berxwedana lehengane ku YPJ û YPG li kêlek şêniyên Kobanê raber kiriye vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Gelek malbatên gundê Til Ceman bi xebateke komînal mala welatiyê ku agir pê ketiye sererast kir û kesên beşdarî vê xebata komînal bûne bang kir ku jiyana komînal di tevahî pirsgirêkên li hember welatiyan de bingeh bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA