Gundên Şera û kantona Şehba tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera û kantona Şehbayê topbaran dikin.

Gundên Şera û kantona Şehba tên topbarankirin
27 ÇILE, 2022   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi hawin û mûşekan gundên Merenaz, Şewarxa û Elqemiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî û gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dikin.

Heta niha topbaran berdewam e û tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketine.

(fr)

ANHA