Gundên Kor Horîk û Xalidiyê yên Babê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kor Horîk û Xalidiyê yên gundewarên Babê topbaran dikin.

Gundên Kor Horîk û Xalidiyê yên Babê tên topbarankirin
27 ÇILE, 2022   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha Şêx Nasir ve gundên Kor Horîk û Xalidiyê yên rojhilatê Babê bi mûşek û hawinan topbaran dikin.

Heta niha topbaran berdewam e û tu agahî li ser ziraran bi dest neketine.

(fr)

ANHA