Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir li gorî qedexeyê tev bigerin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku pabendî qedexeyê beşî bin, ji bo gelê Hesekê jî divê li gorî qedexeya giştî tev bigerin, her wiha dema welatî rewşên biguman bibînin, yekser agahiyê bidin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir li gorî qedexeyê tev bigerin
27 ÇILE, 2022   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewelekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Beriya çend rojan li Hesekê êrişeke terorîstane pêk hat û girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku girtiyên DAIŞ`ê lê hene, kir hedef. Lê bi saya fedekariya hêzên me û QSD`ê rewşa hate kontrolkirin, di heman demê de hêzên me lêgerîna li ser şaneyên veşartî yên mayî berdewam dikin. Ji ber gefan li ewlehî û îstiqrarê dixwin û xeteriyê li ser jiyana sivîlên ji ber tirsa terora van şaneyan ji malên xwe derketine, çêdike.

Li ser vê yekê em bang li gelê xwe y li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li gorî qedexeya beşî tev bigerin û ji bo gelê me yê bajarê Hesekê jî, divê li gorî qedexeya giştî ya ku Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, tev bigerin. Li aliyekî din ruxmî ku hêzên me bi hemû derfetên xwe operasyonên lêgerîna li terorîstan berdewam dike û jiyaneke biewle û îstiqrar peyda dike, lê divê gelê me hişyar be û dema rewşên biguman bibînin, yekser agahiyê bibin."

(eh)

ANHA