Meclisa parlamantoya Iraqê 7`ê Sibatê civîna hilbijartina serokkomar li dar dixe

Desteya serokatiya parlamantoya Iraqê îro ragihand ku dê 7`ê Sibatê civîna hilbijartina serokkomarê were lidarxistin.

Meclisa parlamantoya Iraqê 7`ê Sibatê civîna hilbijartina serokkomar li dar dixe
27 ÇILE, 2022   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Iraqê eşkere kir ku serokatiya parlamantoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokatiya parlamantoyê îro,  27`ê Çileya 2022`an civînek li dar xist û tê de behsa tedbîrên têkildarî hilbijartina  serokkomarê, kir.

Serokatiya parlamentoyê da zanîn ku di encama civîna yekem de, li gorî şert û mercên qanûnî dê roja duşema were 31`ê Çileyê, navên kesên xwe ji bo erka serokkomariyê pêşkêş kirine werin ragihandin, ev jî piştî tedbîrên li gorî qanûna hilbijartina serokkomar a bi hejmara 8`an sal 2012`an pêk bê.

Serokatiya parlamentoyê destnîşan kir ku roja duşemê 7`ê Sibatê dê civîna meclisa parlamantoyê ya taybet bi hilbijartina serokkomar, were lidarxistin.

(eh)