Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa koçberan û navendên lê dimînin, ji nêz ve şopand û alîkarî da 198 malbatên aliyê başûrê Hesekê.

Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
Rêveberiya Xweser alîkarî li 198 malbatên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
27 ÇILE, 2022   15:22
HESEKÊ

Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li navendan serdana welatî û koçberên ji taxên Xiwêran û Zihûr kir da ku rewşa wan ji nêz ve bişopînin.

Şande ji Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Hindirîn Sîno, gerînendeyê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan Şêxmûs Ehmed, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo, Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerê çekdarî de Xalid Cebir û endamên Komîteya erkdar a şopandina rewşa koçberên ji taxên Xiwêran û Zihûr pêk hat.

Şande li nav koçberan geriya da ku rewşa wan bişopînine û pêdiviyên wan dabîn bike.

Şandeya Rêveberiya Xweser alîkarî da zêdetirî 198 malbatên ji her du taxên navborî.

Gerînendeyê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan Şêxmûs Ehmed ji ajansê re axivî û got: "Rêveberiya Xweser dê alîkariyên wekî sotemenî û nivînan jî pêşkêş bike, heta ku QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêmê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike û welatî vegerin malên xwe."

Ehmed Şêxmûs di dawiyê de bang li NY`yê û rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariya Rêveberiya Xweser bikin, ji ber bi tena xwe destekê dide koçberan.

(eh)

ANHA