Li Lîbyayê di navbera artêşê û çeteyên DAIŞ`ê de şer

Artêşa Lîbyayê ragihand ku îro di navera hêzên wan û çeteyên DAIŞ`ê de li derdora bajarê El-Qetrûn ê başûrê welat şer derket û di encama wê de du çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li Lîbyayê di navbera artêşê û çeteyên DAIŞ`ê de şer
27 ÇILE, 2022   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîndeyê rêveberiya beşa manewî di Fermandariya Giştî ya artêşê de Xalid El-Mehcûb got, şerê ku li herêma başûr rû da hê jî didome û dê heta tunekirina rêxistinên terorîst bidome, her wiha diyar kir ku sewqiyatên leşkerî di aliyê bejahî û hewayî de ji bo destekdayîna ji hêzên başûr re hatine şandin.

(bx)