‘Kobanê berxwedana xwe didomîne’

Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Senaa Receb got “Kobanê ruxmî hemû zehmetiyan li ber xwe da û niha jî li hember hemû kesên dixwazin wê berxwedanê têk bibin, disekine.”

‘Kobanê berxwedana xwe didomîne’
27 ÇILE, 2022   09:39
MINBIC

Di dawiya sala 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî bajarê Kobanê kir. Bi piştgiriya gel, Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG-YPJ) û piştgiriya navneteweyî Kobanê bi ser ket û di 26`ê Çileya 2015`an de DAIŞ`ê tune bû.

YPJ`ê roleke mezin di şerên li dijî DAIŞ`ê lîst. Di wan şeran de YPJ`ê gelek serkeftin pêk anîn û bû sembola vîna jinên Kurd.

Endama Nivîsgeha Jinên Zenûbiya ya Minbicê Senaa Receb salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û got: “Ev roj, rojeke bêhempa ye. Ev yek bi saya fedakariyên YPG û YPJ`ê pêk hat.”

Senaa Receb destnîşan kir ku jinan roleke mezin di şerên li Kobanê de lîst û gelek navên şehîdan bi bîr xistin ku bûn sembola şoreşa jinan mîna Arîn Mîrkan ku ji hemû jinan re bûn pêşeng. Senaa diyar kir ku Kobanê li hember êriş û gefan li ber xwe da û hîna jî li ber xwe dide.

Di dawiyê de endama Nivîsgeha Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Sena Receb got: “Em şoreşa jinên azad pîroz dikin. Em dev ji doza xwe bernadin û dê li hember hemû dijminan li ber xwe bidin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

(şx)

ANHA