Li ser sînorên Sûriye-Urdinê 27 qaçaxçî hatin kuştin

Artêşa Urdinê ragihand ku vê sibê hewldanên qaçaxçiyan ku dixwestin madeyên hişbir ji Sûriyê derbasî Urdinê bikin, têk birine, 27 qaçaxçî hatine kuştin û gelek qaçaxçî jî birîndar bûne.

Li ser sînorên Sûriye-Urdinê 27 qaçaxçî hatin kuştin
27 ÇILE, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Urdinê ‘Emûnê’ ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdinê, hêzên leşkerî bi koordîneya saziyên ewlehiyê îro gelek operasyon li gelek eniyan li dar xistin. Di wê çarçoveyê de, hewldanên qaçaxçiyên madeyên hişbirê ku dixwestin madeyên hişbir ji Sûriyê derbasî Urdinê bikin, têk birine.

Heman çavkaniyan wiha domand: “Di encama şerê hêzên leşkerî û qaçaxçiyan de 27 qaçaxçî hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Her wiha gelek qaçaxçiyên din ber bi Sûriyê ve reviyan. Herêma navborî hat kontrolkirin. Di encamê de miqdarên mezin ên madeyên hişbir hatin dîtin. Xebatên lêgerînê berdewam in.”

(şx)