Kongra Star a Ewropayê serkeftina QSD`ê pîroz kir

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê serkeftina Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD`ê pîroz kir.

Kongra Star a Ewropayê serkeftina QSD`ê pîroz kir
27 ÇILE, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê daxuyaniyek da û serkeftina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Duh QSD`ê ragihandibû ku plana DAIŞ`ê û hevkarên wê ya li dijî girtîgeha Sînaa têk çûye û piştî şerên 7 rojan, girtîgeh hat kontrolkirin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojeke dîrokî bû ku bi tîpên zêrîn hat nivîsandin. Serkeftineke din li Hesekê li serkeftinên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li hember dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê ku dewleta Tirk desteka wê dike, zêde bû. Wan bi vê êrişê xwest di salvegera rizgarkirina Kobanê de xewnên xwe yên mêtingeriyê di dagirkirina herêmên ewle de pêk bînin.”

Kongra Star diyar kir ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa ji hewldanên dewleta Tirk ji bo vejandina DAIŞ`ê ye lê bi saya berxwedana QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew êriş têk çû.  

Koordînasyona Kongra Star destnîşan kir ku bi yekitiya gelan hemû komplo wê têk biçin û serkfetina QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gel salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û berxwedana şehîdan silav kir.

Di dawiyê de wiha hate gotin: “Bê guman berpirsyariya tunekirina DAIŞ`ê ne tenê dikeve ser milê gelê herêmê, lê belê divê civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih û eniya têkoşînê li dijî dijminê mirovahiyê bikin yek.”

(şx)