​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Dayîna alîkariyê bi rêya hikumeta Şamê helwesteke zalimane ye

Koçber û şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr ên Hesekê diyar kir ku helwesta rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji bo alîkariya kesên hewcedar bi rêya herêmên hikumeta Şamê "zalimane" ye û got ne mimkun e ev alîkarî bi rêya hikumeta Şamê bigihêje wan.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Dayîna alîkariyê bi rêya hikumeta Şamê helwesteke zalimane ye
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Dayîna alîkariyê bi rêya hikumeta Şamê helwesteke zalimane ye
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Dayîna alîkariyê bi rêya hikumeta Şamê helwesteke zalimane ye
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Dayîna alîkariyê bi rêya hikumeta Şamê helwesteke zalimane ye
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Dayîna alîkariyê bi rêya hikumeta Şamê helwesteke zalimane ye
27 ÇILE, 2022   09:22
HESEKÊ-MEHMÛD IBÊD

Piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê rewşa awarte hate ragihandin û gelek kesên ku ji taxên Xiwêran û Zihûr koçberî cihê ewle bûn. Ji ber vê yekê welatiyan zehmetî kişand, ji ber ku rêxistin û komeleyên mirovî bi wan re nebûn alîkar, tenê Meclisa Kantona Hesekê destek da.

Saziyên Rêveberiya Xweser tavilê navend ji koçberan re peyda kirin û li gorî derfetên xwe bi wan re bûn alîkar, lê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî bi şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr re nebû alîkar, tenê destek da kesên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û yên berê xwe dan "çargoşeya ewlekariyê".

Şênî û koçberên ji taxên Xiwêran û Zihûr siyaseta rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji bo nedayîna alîkariya mirovî ji wan re wekî "siyaseteke zalimane" bi nav kir, ji ber ku tenê li aliyên di bin kontrola hikumeta Şamê de belav kir.

Koçberan bang li rêxistinên navneteweyî, di serî de Xaça Sor a Navneteweyî kir ku dev ji polîtîkkirina dozên mirovane berde û li gorî rewşên mirovî nêzî karê xwe bibe.

Şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr û yên koçber bûne ji ajansê re diyar kir Xaça Sor alîkariyê tenê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de belav dike, ev jî neheqî ye.

Welatiyan got hemû koçber sûrî ne û divê li ser vê bingehê nêzîk bibin, her wiha dema mijar dibe rewşên mirovî, divê ji dozên siyasî were qutkirin, di dawiyê de divê Xaça Sor karê xwe yê mirovî bike û bêyî ferq û cudahî rewşa koçber û hewcedaran di ber çavan re derbas bike.

(eh)

ANHA