Rojnameyên erebî: QSD’ê girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bi destê QSD’ê, peyamên hedefgirtina navenda El-Helbûsî û dosyaya sînorên Lubnan û Îsraîlê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: QSD’ê girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir
Rojnameyên erebî: QSD’ê girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir
Rojnameyên erebî: QSD’ê girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir
27 ÇILE, 2022   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘QSD GIRTÎGEHA SÎNAA YA LI HESEKÊ BI TEMAMÎ KONTROL KIR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir ku çeteyên DAIŞ`ê tê de isyaneke çekdarî ragihandibû.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî got: “Hêzên me dîrok dubare kir, careke din planên rêxistina DAIŞ`ê û hevkarên wê di cenga girtîgeha Hesekê de têk birin.”

Rayedarekî leşkerî eşkere kir ku hemû dîlên QSD`ê hatin rizgarkirin û zêdetirî hezar û 500 çeteyên DAIŞ`ê teslîm bûn.

Berdevkê QSD`ê Ferhad Şamî ragihand ku operasyonên leşkerî piştî 8 rojan bi dawî bûn. Her wiha di civîneke çapemeniyê de ku li pêşiya girtîgehê hat lidarxistin, got: “Hemleya “Gurzê Gelan” bi kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya li Hesekê tacîdar bû. Hemû çeteyên DAIŞ`ê yên tev li îsyanê bûne, teslîm bûn. Ji ber operasyonên şervanên QSD`ê çete neçar man xwe teslîm bikin.”

‘PEYAMÊN ÊRIŞA LI SER NAVENDA EL-HELBÛSÎ; BI EL-SEDR RE LI HEV NEKE`

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Êrişa bi moşekan li dijî navenda serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî, pêşketineke xetere ye û bandorê li gelek komên alîgirên Îranê dike ku dest bi pêvajoyeke din a nakokiya li ser desthilatê bikin. Xexasim ku Şepêla El-Sedr li ser helwesta xwe bi israr e ku hikumeteke nîştimanî were avakirin.

Şeva sêşemê navenda serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî ya li bajarê Kermê li rojhilatê parêzgeha Enbar bi 3 moşekan hat hedefgirtin. Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn, yek ji wan zarok bû û zirarên madî gihaştin malên li derdorê.

Gelek çavdêran diyar kir ku aloziya li Iraqê girêktir dibe, li gel zêdebûna rageşiyê di navbera Şepêla El-Sedr û hêzên Çarçoveya Koordînekirî de. Muqteda El-Sedr li ser avakirina hikumeteke nîştimanî li gorî şertên ku ew diyar dike, bi israr e û di nava wan şertan de, nabe serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malikî di hikumeta nû de cih bigire.”

`LUBNAN Û ÎSRAÎL AMADE NE DAN Û STANDINAN JI NÛ VE BIDIN DESTPÊKIRIN`

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Îsraîlê duh ragihand ku dan û standinên têkildarî xêzkirina sînorên deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de dê hefteya bê bi navbeynkariya DYA`ê dest pê bikin. Beyrûtê jî ragihand ku ew amade ye vê dosyayê bi Til Evîvê re ji nû ve berdewam bike.

Wezareta Enerjiyê ya Îsraîlê got di çarçoveya çareserkirina nakokiya di navbera her du welatan de, wezîra enerjiyê Karen El-Harr dê hefteya bê bi nûnerê Amerîkayê Amos Hochstein re bicive.

Serokê Lubnanê Mîşel Ewn jî got welatê wî amade ye bi Îsraîlê re dîsa dan û standinên têkildarî xêzkirina sînorên deryayî bide destpêkirin.”

(şx)