PYD: Hevgirtina leşkerî û sivîlan serkeftin bi dest xist

Meclisa Giştî ya PYD’ê serkeftina li Hesekê pîroz kir û da zanîn ku hevgirtina leşkerî û sivîlan serkeftin "destaneya Hesekê" pêk anî û got: "Ka em vê destaneyê û vê serkeftinê bikin destpêka qonaxeke nû ya ber bi avakirina civakeke sûrî ya demokratîk û hevgirtî da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin."

PYD: Hevgirtina leşkerî û sivîlan serkeftin bi dest xist
26 ÇILE, 2022   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya serkeftina QSD’ê li Hesekê û kontrolkirina giştî ya li ser girtîgeha Sînaa Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Fermandariya Giştî ya QSD’ê îro û di 26.01.2022’yan û saet 02:50’an de ragihand ku wê serkeftineke mezin bi dest xist û girtîgeha Sînaa û taxên derdora wê yên Hesekê ji qirêjiya rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst rizgar kir. Di vê destaneya neteweyî de tevahî pêkhate beşdar bûn û bi QSD’ê û hêzên ewlehiyê re hevgirtî bûn û serkeftin raber kirin.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bi gelê xwe û tevahî pêkhateyên Sûriyê re beşdarî şahiya vê serefktin û destaneya rizgarkirina girtîgeha Sînna ya li Hesekê dibin. Di heman demê de piştrast dikin ku ev destane dê bibe deriyê serkeftina mayînde li dijî terorê û bidawîkirina dagirkeriyê. Ji ber ev serkeftin a tabyet bi civaka sûrî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi saya fedekariyên vê civakê bi ser ket.

Ev destaneya lehengane 7 salan me paş ve vedigerîne ku di heman demê de Kobanê bi hevgirtina fermandarên meydanî û welatiyan ji DAIŞ’ê rizgar bû.

Em qehreman û tevahî hêzên xwe yên beşdarî vê serkeftina mezin bûne silav dikin û tevahî ajansên ragihandinê yên li gel şervanan qehreman sekinîne ku bûyerê ji raya giştî re ragihînin silav dikin.

Em tevahî welatiyên xwe yên li Hesekê ku piştgiriyeke rasteqîn dane vê serkeftinê silav dikin.

Em şervanên ku canê xwe di oxira parastina Hesekê û rizgarkirina wê ji rêxistinên terorîst de dane silav dikin.

Em birîndarên xwe ku nîşaneyên rûmetê bi parastina xaka xwe hilgirtine silav dikin.

Em vê destaneyê û vê serkeftinê bikin destpêka qonaxeke nû ya ber bi civakeke sûrî ya demokratîk a hevgirtî ve ku tê de tevahî mafên xwe yên rewa wergirin."

(fr)

ANHA