Li dijî planên li ser herêmê banga hevgirtinê kir

Şêxên eşîrên Tebqa û şêniyên navçeya Til Temirê li dijî êrişan banga hevgirtinê û piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Her wiha bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin.

Li dijî planên li ser herêmê banga hevgirtinê kir
26 ÇILE, 2022   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqa û şêniyên Til Temir bi du daxuyaniyên cuda, êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê şermezar kirin.

Daxuyaniya eşîrên Tebqayê, ji aliyê şêxê eşîra Sebxa, Fewaz Bêg ve hate xwendin.

/ar/uploads/files/2022/01/26/140941_fwaz-albyk.webp

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser bûyerên li girtîgeha Xiwêran a Hesekê rû dan ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê lê hene û wiha gotin: "Di pêngavên dawî yên QSD'ê de yên bi armanca rizgarkirina xakê û gelan ji vê rêxistina terorîst, ev çete li gorî qanûn û sîstemên navneteweyî û mafên mirovan hatin girtin. QSD'ê wekî dîlên şer nêzî van girtiyan dibin. Gelek caran Rêveberiya Xweser bang li welatan kir ku welatiyên we girtî werbigirin, lê ev banga mirovî û exlaqî bê bersiv hate hiştin û tu çareserî ji wan girtiyan re nedîtin."

Di daxuyaniyê de bang li eşîr û qebîleyan hate kirin ku li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li dijî rêveberî û hêzên leşkerî hevgirtina xwe xurt bikin û hate gotin: "Ev hêz û rêveberî ji bo xizmet û parastina gel hatine avakirin."

Şêx û rûspiyên di dewama daxuyaniya xwe de bal kişandin ser "Lihevkirin" ku hikumeta Şamê behsa wê dike û gotin: "Ev lihevkirin ne rewa û ne niştimanî ne."

Di rûspiyan dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike, her wiha ewlehiyê misoger bike û DAIŞ`iyan têk bibe.

Bi mijarê ve girêdayî şêniyên navçeya Til Temir daxuyaniyek da. Endamê Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a  Navçeya Til Temir, Xelîl Xelo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Komplo mezin bû û armanc jê ne rizgarkirina terorîstan bû, lê belê derbekirina Rêveberiya Xweser û alozkirina herêmê bû, her wiha da ku derfetê ji dagirkeriya Tirk û hikumetê re çêke ku bi hinceta şerê li dijî terorê, destwerdana herêmê bikin.

Em êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Hesekê şermezar dikin û li ser helwesta hikumetê ku bi rewşa Hesekê re berê rastiyan hate guhartin, mat dimînin ji ber ku diviyabû hikumetê sûrî kom bikira û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, diyalogeke sûrî li dar bixista.

Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de dê gelê navçeyê piştevanên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê bajarê Hesekê bin, her wiha piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser û projeya wê re ku ji bo Sûriya pêşerojê modela herî guncaw e, tînin ziman.

Di dawiyê de bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî, civata navneteweyî û NY`yê dikin ku Rêveberiya Xweser nas bike. Ji bo parastina herêmê û dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ'ê desteka leşkerî û siyasî pêşkêş bikin."

(eh)

ANHA