Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ciwanan kulîlk li ser gorên şehîdan çandin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê li tevahî gelên herêmê pîroz kir û berê xwe da goristana şehîdan ku kulîlkan li ser gorên wan biçînin.

Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ciwanan kulîlk li ser gorên şehîdan çandin
Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ciwanan kulîlk li ser gorên şehîdan çandin
Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ciwanan kulîlk li ser gorên şehîdan çandin
Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ciwanan kulîlk li ser gorên şehîdan çandin
Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ciwanan kulîlk li ser gorên şehîdan çandin
26 ÇILE, 2022   17:04
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Bi boneya salvegera rizgarkirina 7’an a kantona Kobanê ji DAIŞ’ê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêş navenda xwe ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û berê xwe da goristana şehîdan ku kulîlkan biçînin.

Ciwan li kolanan gerîn û diruşma silavkirina berxwedana Kobanê hildan û piştre berê xwe da goristanê.

/ar/uploads/files/2022/01/26/160817_rwnahy-jwdy.webp

Li goristana şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqeyêf a Helebê ciwanan deqeyeke rêz girt, dûvre endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ronahî Cûdî axivî û roja rizgarkirina Kobanê li tevahî gelên herêmê pîroz kir.

Ronahî Cûdî destanên ku têkoşeran li dijî DAIŞ’ê nivîsandine pîroz kir û got: "Kobanê di 26’ê Çileyê de bi saya fedekariyên şehîdan, berxwedanan şervan û şêniyan ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin."

Ronahî Cûdî di dawiyê de got ew ê li ser metoda şehîd û rêber Ocalan heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî û têkbirina dagirkeriyê bimeşin.

Piştî axaftinan beşdaran kulîlk li ser gorên şehîdan çandin.

(fr)

ANHA