MIT’a Tirk 4 welatî ji kantona Efrînê revandin

MIT`a Tirk 4 welatî 2 ji wan bira ne, ji navçeyên Şiyê, Bilbilê û Cindirêsê yên kantona Efrînê ya dagirkirî, revandin.

MIT’a Tirk 4 welatî ji kantona Efrînê revandin
26 ÇILE, 2022   16:26
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî Îstixbarata Tirk di demên cuda de 4 welatiyên ji kantona Efrînê revandin, 2 ji wan bira ne.

Çavkanî navên welatiyên hatine revandin eşkere kirin û ev in:

Ebdurehman Reşo û birayê wî Elî Reşo yên ji gundê Mistikê yê navçeya Şiyê

Feysel Horo ji navçeya Bilbilê

Xelîl Qemre ji gundê Satiya yê navçeya Cindirêsê

Çavkanî eşkere kir ku MIT`a Tirk girt ser malên her 4 welatiyan, malên wan kontrol kirin, li pêşiya malbatên wan îhanet li wan kir û ew birin cihên ne diyar. Heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

(eh)

ANHA