PYD û kurdistaniyên li Lubnanê sersaxî ji malbata şehîd Izedîn Mihemed re xwest

PYD û kurdistaniyên li Lubnanê sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Izedîn Mihemed ku di encama êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bû, xwest.

PYD û kurdistaniyên li Lubnanê sersaxî ji malbata şehîd Izedîn Mihemed re xwest
26 ÇILE, 2022   15:38
BEYRÛT

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û kurdistaniyên li Lubnanê serdana malbata şehîd Izedîn Ehmed Mihemed kir û sersaxî ji wan re xwest.

Li ser navê PYD`ê şaxê Lubnanê Şîbal Fetah axivî û got: "Di şexsê şehîd û leheng Izedîn û hemû şehîdên azadiyê de em di serî de sersaxiyê ji gelê xwe û ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin û dibêjin, şehîdan li dijî vê komploya li ser gelê herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê koşiyan û gihaştin asta şehadetê."

Şîbal Fetah da zanîn ku êdî lîstokên dijminan eşkere bûne û wiha dewam kir: "Gelê azadîxwaz û aştîxwaz dikin hedef, lê berxwedana lehengên wekî Izedîn, Ehmed û Ayaz û fedekariya wan isbata binketina çi kesên ku hewldana têkbirina vîna gelê azadîxwaz dikin, kir."

Şîbal Fetah bi navê PYD`ê ya Lubnanê dubare soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiyê de wêneyê şehîd Izedîn Ehmed Mihemed radestî malbatê hate kirin.

Şehîd Izedîn Ehmed Mihemed di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de yên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê ya taxa Xiwêranê de, gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA