Topbarana artêşa Tirk li ser gundên Minbicê berdewam dike

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa Tirk ji baregehên xwe yên li herêmên Sûriyê, gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dike, di encamê de du sivîl birîndar bûn.

Topbarana artêşa Tirk li ser gundên Minbicê berdewam dike
26 ÇILE, 2022   15:45
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek têkildarî geşedanên dawî yên li bakur û rojavayê bajarê Minbicê, weşand.

Di daxuyaniya Meclisê de ev hate destnîşankirin: "Roja sêşemê saet 4`ê êvarê 22-1-2022`an, baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Toxar Kebîr bi 6 hawinan gundên rojavayê û bakurê Minbicê topbaran kirin. Li ser vê yekê zirarên madî û canî çêbûn. Sivîl jî birîndar bûn û navên wan Salih Omer (70) û Mihemed Bin Salih (40).

Êvarê saet 10: 30 artêşa dagirker ji baregeha xwe ya li bakurê rojavayê bajarê Minbicê ya li gundê Şêx Nasir, derdora 20 hawin avêtin gundên Seyade û Yalinî yên bakurê rojavayê Minbicê, di encamê de zirarê madî derketin.

Her wiha bi hawinan baregeha Şêx Nasir a artêşa Tirk bajarokê Erîme yê gundewarê rojhilatê bajarê Babê hedef girt, li ser vê yekê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva guleyan da û di encamê de şer di navbera her du aliyan de derket. Hemwextî vê yekê baregehê gundên Kor Hiyûk, Kawkalî û El-Bohîc ên rojhilatê bajarê Babê hatin hedefgirtin.

Artêşa Tirk a dagirker a ji baregeha Yaşlî de îro hawin avêtin gundê Seyade û heta vê kêliyê topbaran berdewam dike."

(eh)

ANHA