Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike

Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên gerok alîkariya şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr dike, têkildarî vê yekê berpirsê heyvê da zanîn ku wan 789 malbatên her du taxan derman kirine ku derdora 4 hezar kes in.

Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike
Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike
Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike
Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike
Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike
Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike
Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên Xiwêran û Zihûr re dike
26 ÇILE, 2022   15:30
HESEKÊ-NOFE

Piştî rêzebûyerên li taxên Xiwêran û Zihûr qewimîn, çete li her du taxan belav bûn, li ser vê yekê şênî koçber bûn û yekser tîma Heyva Sor a Kurd alîkariya welatiyên her du taxan kir.

Tîmên Heyva Sor a Kurd ji vê sibehê ve piştevaniya tenduristî ji şêniyên re pêşkêş dike, li gelê wê jî klînîkên gerok ên bi wan re alîkarî pêşkêş kirin.

Berpirsê Heyva Sor a Kurd diyar kir ku tîm û klînîkên wan ên gerok dê rojane serdana navendên koçberan bikin û rewşa wan a tenduristiyê bişopînin.

Berpirsê Beşa Awarte ya Heyva Sor a Kurd Elî Mihemed Îsa axivî û îşaret bi mekanîzmeya xebatê kir û got: "Bi rêya klînîkan nexweşên taxên Xiwêran û Zihûr têne dermankirin, her wiha tîma tibî diçe navend û taxên koçber lê hene û nexweşiyên giran derman dikin, ji wan şekir, zext û hwd."

Elî Mihemed Îsa diyar kir ku hejmara malbatên hatine dermankirin, derdora 798 malbat in û ji 4 hezar kesan pêk tê.

Derbarê xizmetên têne kirin, koçbera ji taxa Xiwêran Sebhe Elî ku nexweşa dil e axivî û got, Heyva Sor a Kurd alîkariya wan dike û li ser vê yekê spasiya wan kir.

(eh)

ANHA