PYD: Em soz didin gel û mirovahiyê ku wefadarê şehîdan bin

PYD`ê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û got fedakariyên li Kobanê , xeta rastîn a berxwedanê ji bo avakirina vîna azad a gelan diyar kir.

PYD: Em soz didin gel û mirovahiyê ku wefadarê şehîdan bin
26 ÇILE, 2022   14:09
KOBANÊ

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê li Qada Azadî kom bûn û bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê û salvegera 8`an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê daxuyanî da.

Heverokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa daxuyanî xwend û wiha got: “Bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê û salvegera 8`an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê, em şehîdên Kobanê û fedakariyên wan bi bîr tînin. Ev fedakarî, xeta rastîn a berxwedanê ji bo avakirina rêveberiyeke azad a gelan diyar kir. Ev her du bone û projeya Rêveberiya Xweser bûn bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk û ji bo cîhanê bi giştî û mirovahiyê bû mîras.

Ji destpêka şoreşa bihara gelan li herêma Rojhilata Navîn, partiya me ji bo parastina aştî û rewabûna şoreşê û parastina destkeftiyên şoreşê roleke çalak di birêxistinkirina civakê de lîst.

Di pêkanîna projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan de bi erka xwe rabû. Ji ber wê dijminên gelên herêmê êrişî vê projeyê kir, di sêrî de dewleta Tirk a dagirker ku bi rêya çeteyan hewl da vîna gelên herêmê têk bibe. Lê di vê hewldana xwe de bi bin ket. Ji ber wê hêzeke hovantir bi navê DAIŞ`ê bi erêkirineke herêmî ava kir. Gotin wê Kobanê di demeke kin de bikeve, lê berxwedana Kobanê û seferberiya ku rêber Abdullah Ocalan ji bo Kobanê ragihandiye, Kobanê kir qadeke kurdistanî û di encama hevgirtina berxwedana kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û birayên me yên ereb bi projeya neteweya demokratîk, şervanên întersyonalîst, bi desteka Koalîsyona Navneteweyî û komeke pêşmergeyan Kobanê di 26-1-2015`an bi ser ket û bû destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê.

Piştî wê, dewleta Tirk yekser mudaxele kir û bakurê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriy êdagir kir. Bi hemû rêbazan çi bi rêya dorpêçê yan jî şerê taybet hewl da vê tecrubeyê tune bike û vîna wê ya azad kontrol bike.

Em van her du boneyan li gelê xwe û hemû hezkiriyên mirovahiyê li cîhanê pîroz dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin di sêrî de hêzên garantor, erkên xwe bînin cih, herêmê biparêzin, rê nedin destwerdana dewleta Tirk û desteka wê ya ji DAIŞ û komên terorsît re rawestînin. Em soz didin gelê xwe û mirovahiyê bi giştî ku em ê wefedarê şehîdên xwe bin û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em ê rêya şehîdan bişopînin.

Em soz didin gelê xwe ku rizgarkirina herêmên dagirkirî dê rojeva sereke ya partiyê be.”

(şx)

ANHA