‛Serkeftina Kobanê ji bo jinan di têkoşîna terorê de destpêkek bû’

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê da zanîn ku berxwedana wan, ji jinan re bû xala destpêkê di têkoşîna li dijî terorê de û bû strî di qirika dewleta Tirk a dagirker de ku hewl dide bi rêya êrişên xwe û piştevaniya ji çeteyên DAIŞ’ê re tola têkbirina xwe di Kobanê de hilîne.

‛Serkeftina Kobanê ji bo jinan di têkoşîna terorê de destpêkek bû’
26 ÇILE, 2022   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7’an a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 26’ê Çileya 2014’an de rizgarkirina Kobanê ji tarîtiya terorîst a bi nûnertiya DAIŞ’ê û destekdayîna dewleta Tirk ku hişt bi hezaran çete ji zêdetirî 100 dewletên cîhanê derbas bibin, hate ragihandin. Kobanê û bi piştevaniya zêdetirî 90 dewletên cîhanê efsane di têkbirina terorîstê de nivîsandin ku gef li tevahî cîhanê dixwar û bi pêşengtiya jinên Kurd bû nimûneya fedekarî û berxwedana Kobanê. Ev ne tenê serkeftineke meydanî bû, lê belê bû xala veguherînê ber bi rêveçûna dîplomasiyê ji herêmê re û bû xala destpêkirinê ji jinan re ku di qadên têkoşîna terorê de pêşeng bin. Ev berxwedan bi sembolên lehengane mîna Arîn Mîrkan, Rêvana, Zinarîn û hwd tacîrdar bû ku bi operasyonên fedayî destan nivîsandin.

Ev serkeftin û ev dîrok bi taybet mîna striyekê di qirika dewleta Tirk de ye. Ji ber dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan êriş dike ku tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne. Her wiha êriş, teqînan pêk tîne, sivîlan û jinan bi taybet hedef digire. Vê carê jî dewleta Tirk destek da çeteyên DAIŞ’ê yên li hundirê girtîgehan û piştevaniya şaneyên DAIŞ’ê kir ku perwerde û piştgiriya lojistîkî ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk dagir kirine, wergirtin.

Êrişên li ser Kobanê gelek armancên xwe hebûn, ne tenê di çarçoveya derketina komên îslamî yên tundraw û nerêxistinkirî bûn, lê belê bi awayekî rêxistinkirî û tund û di bin kontrola dewleta Tirk de pêk hatin. Dewleta Tirk hemû derfet ji bo derbasbûna çeteyan li herêmên me hêsan kirin. Plana li ser Kobanê dagirkirina wê bû. Ji ber girîngiya wê ya stratejî û nêzbûna wê ji sînorên Tirkiyê û ji Reqa, Eyn Îsa û Helebê. Ev yek armanca dewleta Tirk bû, di heman demê de armanca rêxistina "Dewleta Îslamî" bû. Ev hemû li pêş çavên cîhanê pêk hatin. Dewleta Tirk bû cihekî ewle ji birîndar û cenazeyên çeteyan re. Bi dehan erebeyên ambulancê li ser sînorên xwe amade dikirin ku çeteyên DAIŞ’ê veguhêzin nenxweşxaneyên xwe. Vê yekê plana dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ku bûye serçeteyê komên DAIŞ’ê eşkere kir. Her wiha beriya çend rojan jî, careke din dîrok dubare kir û careke dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ’ê ku êdî belgeyeke lîstokê di destê wê de ye, êrişî herêmên me kirin da ku istîqrara herêmên têk bibe û tirsê bixe nava pêkhateyên herêmê. Mînaka vê jî êrişa li ser girtîgeha Xiwêran a ji hêla rêxistina çeteyên DAIŞ’ê yên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî hatine.

Em YPJ’ê bang li civata navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl, tevahî partî û aliyên peywendîdar dikin, di serî de jî Koalîsyona Navneteweyî ku sînorekê ji sûcên terorîstên bi desteka dewleta Tirk a bi nûnertiya DAIŞ’ê re deynin. Her wiha bang li tevahî dewletan dikin ku welatiyên xwe yên DAIŞ bibin û bi lez mekanîzmayên darizandinê bibînin. Ji ber rewşa awarte ku îro derketiye ku DAIŞ ji nû ve bi destekdayîna dewleta Tirk xwe xurt dike."