Mezlûm Ebdî: Hêzên me bi têkbirina DAIŞ`ê li Hesekê, serkeftina Kobanê nû kir

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku hêzên wan bi têkbirina DAIŞ'ê li Hesekê, dîroka serkeftina li dijî DAIŞ'ê li Kobanê, dubare dikin.

Mezlûm Ebdî: Hêzên me bi têkbirina DAIŞ`ê li Hesekê, serkeftina Kobanê nû kir
26 ÇILE, 2022   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê, bi boneya salvegera heftemîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ'ê, ev daxuyaniyek da.

Mezlûm Ebdî wiha got:

"7 sal di ser rizgarkirina Kobanê re, serkeftina yekemîn û destpêka têkbirina DAIŞ'ê re derbas bûn. Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞ’ê li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞ’ê, dîroka serkeftinê dubare dikin. Di navbera Arîn û Awaz de 7 sal in û sedemên berdewamkirina rêxistina DAIŞ’ê didomin. Ji bo bidawîkirina DAIŞ'ê pêwîstî bi îstiqrara siyasî û aborî û erêkirina navneteweyî heye."

(dx)