​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’

Girêdayî êrişa li ser girtîgeha Xiwêranê, gelek saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan û got civata navneteweyî berpirsa vejandina xetereya DAIŞ`ê ye. Her wiha berxwedana şervanan a li hember çeteyan silav kir.

​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’
​​​​​​​‘Civata navneteweyî berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’
26 ÇILE, 2022   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember terora DAIŞ`ê li girtîgeha Sînaa ya Hesekê, berdewam dike. Ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî û desteka diyar a dewleta Tirk bi çeteyan re, Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, Meclisa Kantona Şehba, Yekitiya Êzidiyan a Helebê daxuyanî dan.

REQA

Bi dehan endamên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, rûspiyên êlên Reqayê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, nûnerên meclisên herêmî û leşkerî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Reqayê kom bûn. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Keramê Ibtîsam El-Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo gelên herêmê bûye hêvî û got: “Dewleta Tirk destekê dide DAIŞ`ê. Lê wê ji bîr kir ku Rêveberiya Xweser û baskên xwe yên leşkerî û ewlehî ji komployên wan ên kirêt bi hêztir in. Dê komployan li hember berxwedana van hêzan têk biçe.”

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê soza şopandina rêya şehîdan da.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WzvCzjWHUas" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Helebê Yekitiya Êzidiyan daxuyanî da. Hevserokê yekitiyê Henan Silêman daxuyanî xwend. Gelek endamên yekitiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de yekitiyê diyar kir ku hewldana vejandina DAIŞ`ê dê moralê bide fikrên tundraw û êdî tunekirina wê dijwartir bibe.

Têkildarî bêdengiya civata navneteweyî li hember çeteyên DAIŞ`ê yên girtî jî yekitiyê got: “Civata navneteweyî bi vê xemsariya xwe, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê kirin bombeyên zindî.”

Di dawiyê de yekitiyê berxwedana hêzên ewlehiyê û leşkerî silav kir.

ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehbayê li pêşiya navenda meclisê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Endamê Komîteya Aboriyê ya kantonê Osman Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şaneyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kir. Ev êriş îsbat dike ku dewleta Tirk piştî ku nekarî tevna civakî û yekitiya gelê herêmê têk bibe, hewl da çeteyan birevîne û plana xwe berdewam bike da ku Rêveberiya Xweser têk bibe.

Heta pêkanîna serkeftinê em ê her tim şopdarên rêya berxwedan û têkoşînê bin. Em sûcên ku dewleta Tirk li dijî herêmên me pêk tîne, şermezar dikin û bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih.”

(şx)

ANHA