​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê ji bo piştgiriya berxwedana QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li dijî çeteyên DAIŞ'ê meşiyan. Her wiha şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Ayaz re xwest.

​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana hêzên leşkerî meşiyan
26 ÇILE, 2022   13:34
QAMIŞLO

Bi sedan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê û saziyên civaka sivîl li ber Navenda Malbatên Şehîdan kom bûn ji bo piştgiriya berxwedana QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn meşiyan.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja pêncşemê ve li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a başûrê Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonan pêk tînin.

Şêniyên Dêrikê li çend kolanên navçeyê geriyan, piştre ber bi konê sersaxiyê yê endamê hêzên komando yên QSD’ê Ayaz Hemîd Elî ve ku di 22'yê mehê de li Hesekê şehîd bûbû, ketin rê.         

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Ebdulrehman Xêrkî di sersaxiyê de destnîşan kir ku komployên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine plankirin û got: "Armanca komploya ku li Hesekê di salvegera rizgarkirina Kobanê de hatibû plankirin, revandina çeteyên DAIŞ'ê ji girtîgehê, pêkanîna komkujiyan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

Apê şehîd Celal Elî jî got: "Bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re, şehîd Ayaz derbasî Rojava bû û di destpêkirina êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa de gihaşt şehadetê."

Celal Elî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya têkoşînê û parastina destkeftiyên şehîdan da. 

(dx)

ANHA