‘Gerîla dê dîrokeke nû binivîse’

Kesayetên welatparêz piştgiriya xwe ji gerîla re anî ziman û got “Berxwedana gerîla dê dîrokeke nû ji gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn re binîvise.”

‘Gerîla dê dîrokeke nû binivîse’
26 ÇILE, 2022   09:14
KOBANÊ

Têkildarî serkeftinên gerîlayên azadiyê yên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker kesayetên welatparêz ji ANHA'yê re axivîn û got: "Serkeftin dê para gerîla be."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Xelîl Ehmed ku di sala 1987`an de tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir û bavê şehîd Şoreş û gerîlaya bi navê Zîn Kobanê ye, wiha axivî: "Di pêşeroja nêz de em ê serkeftina gerîla li hember artêşa Tirk û kesên ku destekê didin wan, bibînin. Rastî dê bi ser bikeve. Ev serkeftin dê dawiya her xayîn û kesên durû û birçiyên rijandina xwînê be."

Xelîl Ehmed wiha domand: "Piştî ku me fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kir û me dît ku ew xwedî maf û edalet e, banga mirovahiyê dike û hemû netewe û pêkhateyên gelên bindest li cîhanê digire nava xwe, her wiha banga parastina mafên bi milyonan Kurdên ku di nava tarîtiya dîrokê de winda bûne, dike, me dest bi têkoşînê kir. Mafê me ye ku em li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker destekê bidin gerîlayê li çiyayên Kurdistanê yên pîroz."

Bavê şehîd Şoreş bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku bê deng nemînin, ji bo serkeftina gerîla pêk were, divê gelên herêmê dakevin qadan.

'ŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA QIRKIRINA GELÊ KURD E'

Hevserokê Meclisa Akademiya Emgîhan Cûdî, Silêman Silêman jî got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser çiyayên Kurdistanê zêde kirine. Hemû derfetên xwe bi kar tîne da ku îradeya gerîla bişikîne. Armanca vê yekê jî ew e ku gelê Kurd qir bike. Ev jî pir zehmet e. Ji ber ku serkeftinên ku gerîla roj bi roj li çiyayên Kurdistanê bi dest dixe, serkeftineke mezin ji gelê Kurd û gelên herêmê re diyar dike."

Silêman anî ziman ku şerê ku li dijî gerîla tê kirin mîna qirkirina gelê Kurd li tevahî cîhanê ye wiha pê de çû: "Îro jî di nava bêdengiya navneteweyî de hemû çekan û çekên kîmyewî yên qedexekirî  bi kar tîne. Ji bo dewleta Tirk têk biçe û planên navneteweyî li dijî her Kurdek li Kurdistanê vala werin derxistin, divê destek ji gerîla re were dayîn."

Silêman Silêman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê mezinên me beriya biçûkên me dengê xwe li hember amûra artêşa Tirk a dagirker ku ji zêdetirî sed salan e komkujiyan li dijî me pêk tîne, bilind bike. Îro roja azadiyê ye. Gerîla dê bi ser bikevin û dê dîrokeke nû ji Kurdan re binivîsin. Gelê bindest dê ber bi ronahiyê ve biçin û ji cîhanê re îsbat bike ku ew xwediyê vê xakê ne."

(bx)

ANHA