​​​​​​​Hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaa, dewleta Tirk Minbic û Bab kirin hedef

Di demeke ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonan li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Hesekê pêk tînin de, dewleta Tirk a dagirker bakur rojavayê gundewarê Minbicê, bajarokê Erîma yê rojhilatê Babê topbaran kirin.

​​​​​​​Hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaa, dewleta Tirk Minbic û Bab kirin hedef
26 ÇILE, 2022   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got dewleta Tirk a dagirker duh êvarê şev di saet 11:00`an de ji baregeha Şêx Nasir, gundên El-Seyada û Yalinlî yên li bakur rojavayê Minbicê û bajarokê Erîma yê rojhilatê Babê kirin hedef.

Meclisê diyar kir ku hêzên wan bersiva jêderên êrişan da û di encamê de şer bi çekên giran û navîn di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Mertala Firatê de rû da. Çeteyan gundên Kur Hedok, Kawûklî û El-Bûweyhec ên li rojhilatê Babê kirin hedef.

Di 20`ê Çileyê de çeteyan êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir. Piştî wê bi rojekê, dewleta Tirk a dagirker erebeyeke leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku diçû piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bike, kir hedef.

Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker erebeyeke YBŞ`ê kir hedef. Di 22`yê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî Eyn Îsayê topbaran kir. Lê QSD`ê ew êriş şikand.

(şx)

ANHA