Rojnameyên erebî: YE beriya pêşketineke siyasî li Sûriyê dev ji “3 na’yan

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rojeva Sûriyê, Lîbya û Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: YE beriya pêşketineke siyasî li Sûriyê dev ji “3 na’yan
Rojnameyên erebî: YE beriya pêşketineke siyasî li Sûriyê dev ji “3 na’yan
Rojnameyên erebî: YE beriya pêşketineke siyasî li Sûriyê dev ji “3 na’yan
26 ÇILE, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EWROPA LI SÛRIYÊ BI ‘XETÊN SOR’ VE GIRÊDAYÎ YE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Yekitiya Ewropayê (YE) di bin nave ‘xetên sor’ û ‘her sê nayan’ de dê realîst be û dê tev li pêşniyara şandeyê NY`yê Geir Pedersen a “gav beramberî gave” û navaroka biryara NY`yê ya piştgiriya projeyên alîkariyên mirovî be.

Ev encama civîna wezîran a Konseya Ewropayê ye ku pêr li Brukselê ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê hatibû lidarxistin û Pedersen jî tev lê bûbû.

Ruxmî ku nêzîkatiya gav beramberî gavekê ji aliyê wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ve hat redkirin, lê wezîrên ewropî di civîna xwe ya li Brukselê de li hev kir ku helwesta Ewropayê were parastin. YE amade ye tev li geşedanên nû bibe, di nav de nêzîkatiya ‘gav beramberî gavê’ û xebatên normalîzekirina têkiliyan bi şertê ku dev ji xetên sor û her sê nayan (ji nû ve avakirinê re na, ji normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re na û ji rakirina cezayan re na heke rejîma Sûriyê biryara NY’yê ya 2254’an pêk neanî) bernede. Her wiha diyar kirin ku divê vegera rejîmê ji Komkara Erebî û normalîzekirina têkiliyan pê re, ne bê berdêl be. YE`yê hişyarî da ku normalîzekirin, li ser diyaloga di navbera YE û Komkara Erebî de gef e.”

‘PARLAMENTOYÊ HEWLDANÊN EL-DEBÎBE TÊK BIRIN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Parlamentoya Lîbyayê roja sêşemê hewldanên serokê hikumeta demborî Ebdulhemîd El-Debîbe têk birin ku hewl dide li ser erka xwe bimîne.

Parlamento li ser guhertina hikumeta heyî û diyarkirina hikumeteke nû li hev kir.

Gelek agahî hene ku parlamento û Meclisa Dewletê li ser bidawîkirina hikumeta El-Debîbe li hev kiriye, lê El-Debîbe tenê bi şertê ku dê erka xwe radestî hikumeteke hilbijartî bike, vê yekê red dike.”

‘LUBNAN BI 2 VEBIJÊRKAN RE RÛ BI RÛ MAYE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Ji bo geşedanên li Lubnanê, Kiwêtê însiyatîfek ji 10 xalan pêk tê, pêşkêş kir. Ev însiyatîf gelekî girîng e, ji ber ku bi awayekî neeşkere, Lubnan kir berpirsê encamên çareserkirina pirsgirêkên li welêt. Yan dê bibe dikek li dijî dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê yan jî bibe dewleteke xwezayî ku biryarên navneteweyî pêk bîne. 

Însiyatîfê demek ji Lubnanê re diyar kir da ku bersivên diyar û yekser têkildarî xalên di nameya wezîrê karên derve yê Kiwêtî Şêx Ehmed Nasir El-Mihemed El-Subah de hatine bibîrxistin, bide.”

(şx)