​​​​​​​'Xaça Sor a Navneteweyî alîkariyên mirovî yên ji bo Hesekê polîtîze dike'

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Xaça Sor a Navneteweyî  azarên gelê me yê Hesekê yê ku rastî êrişên terorîstên rêxistina DAIŞ'ê tên, polîtîze dike da ku rejîma Şamê razî bike. "

​​​​​​​'Xaça Sor a Navneteweyî alîkariyên mirovî yên ji bo Hesekê polîtîze dike'
25 ÇILE, 2022   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: "Têkildarî buyer û pêşketinên  ku li Hesekê rû didin û operasyonên li hemberî hewldanên jinûve zindîkirina terora DAIŞ'ê, me daxuyaniya Xaça Sor a Navneteweyî xwend ku duh Duşemê 24'ê Çileyê ji aliyê nûnerê wê yê li Sûriyê birêz Christoph Martin ve hate dayîn. Daxuyanî girêdayî bûyerên ku li Hesekê rû didin ên ku ji ber êrişên rêxistina terorîst ên li ser girtîgeha Sînaayê bû. Hewldanên polîtîzekirina alîkariyên mirovî û şandina wê tenê ji bo aliyên girêdayî rejîma Sûriyê hebû, ku sînorê serweriya wê çargoşeya ewlehiyê ya di hundirê bajar de derbas nake.

Xaça Sor a Navneteweyî Rêveberiya Xweser deste û saziyên wê ji bîr kirine. Ev deste û sazî tevî derfetên kêm ji 5 rojan ve ji bo bicihanîna pêwîstiyên sivîlên ji niştecihên taxên Xiwaran  Zihûr ên nêzî girtîgeha Sînayê di seferberiyê de ne.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor azarên gelê me yê li Hesekê yên ku ji aliyê rêxistina DAIŞ'ê ve rastî êrişan tê polîtîze dike da ku rejîma Şamê razî bike. Ev yek li dijî rêgezên wê ne. Ev polîtîzekirin xizmeta hewlcedar û kesên ku ji ber şerê çekdarî ziyan dîtine nake.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî hêzên wê yên ewlehî û leşkerî  li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovî tev digerin, her wiha tîmên wê yên tenduristî û alîkariyê ji bo xizmeta gelê Sûriyê bêyî cûdabûn û bêyî polîtîzekirina azarên xelkê hatine damezirandin."

ANHA