Meclisa Jinan: Daxuyaniyên Şamê yên bi hewldana derxistina fitneyan bi ser nakevin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên hikumeta Şamê ya nebaş ên li hember berxwedana QSD’ê bi hewldana mixabînî ya ji bo derxistina fitne û tevliheviya di navbera gelê Sûriyê de wesif kir û bang li hikumeta Şamê kir ji xîtabên îxanetkirinê dûr keve.

Meclisa Jinan: Daxuyaniyên Şamê yên bi hewldana derxistina fitneyan bi ser nakevin
25 ÇILE, 2022   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê li ser êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girîtgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a li Hesekê daxuyanî da. Girêdayî mijarê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Wezareta Karên Derve û Penaberan a girêdayî hikumeta Şamê li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê daxuyaniyek dabû û tê de berxwedana Hêzên Sûriya Demokratk (QSD) bi "sûcên şer" wesif kir.

Di daxuyaniya Meclisa Jinan de wiha hate gotin:

"Rejîma Sûriyê ji salan ve nexasim jî ji destpêka tevgera aştiyane li Sûriyê di 2011’an de siyasetên xwe yên şovenîst ku xwe dispêrin dûrxistin û înkarkirinê ku Sûriye welatekî pirrengî ye, berdewam dike. Her wiha pêdiviya serweriya Sûriyê bi xebateke ji tevahî pêkhateyan heye ku ji vê krîzê derkeve.

Di daxuyaniyên hikumeta Şamê de yên li hember bûyerên li Hesekê yên ji ber êrişên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ji bo revandina girtiyan û serwerîkirina li ser herêma ku hatiye rizgarkirin, kîn hene.

Hikumeta Şamê berxwedana QSD’ê ya lehengane li hember terorê bi "sûcên şer û sûcên dermirovî " wesif dike û girtiyên DAIŞ’ê bi girtiyên normal wesif dike. Bi wê yekê sûc û binpêkirinên ji zêdetirî 10 salan li dijî gelê Sûriyê paşguh dike ku di encamê de bi sed hezar şehîd bûn, bi milyonan koçber bûn û bi hezaran hatin girtin. Her wiha Sûriyê hate wêrankirin û dagirkeriya Tirk gelek herêmên Sûriyê dagir kirin, lê hikumeta Şamê bi erka xwe ya parastinê ranebû.

Ev daxuyaniyên krêt ên li dijî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî, nîşaneya bêserûberiya rejîmê û berdewama çewisandin, qirkirin û înkarkirina gelê Sûriyê ye. Lê diviyabû bi berpirsiyariyên xwe rabûya, erka xwe li hember parastina gelê Sûriyê û rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk pêk bianiya û berjewendiya gelê Sûriyê di ser hermû tiştî re bigirta û dûrî xîtaba dijberî û înkarkirinê bûya. Lê ev hewldanên rejîmê yên ji bo derxistina fitneyan di nava gelê Sûriyê de bi ser nakevin.

Ev daxuyanî bê sûd in û bi ser nakevin, lê ji wê zêdetir gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtna xwe û piştgiriya xwe ji QSD’ê re xurt dikin ku parastina herêmên xwe li hember çi êrişan bikin."

(fr)