Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yaTebqayê 2. Kongreya xwe li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê 2.kongreya xwe bi diruşma" Sûriyeke pirrengî ya nenavendî, rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiya me ne, partiya hêviya me ye" li dar xist û bi hilbijartina serokatî û mecliseke rêveberiyê ya nû bi dawî bû.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yaTebqayê 2. Kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yaTebqayê 2. Kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yaTebqayê 2. Kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yaTebqayê 2. Kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yaTebqayê 2. Kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yaTebqayê 2. Kongreya xwe li dar xist
25 ÇILE, 2022   15:51
TEBQA

Di kongreyê de gelek mêvan ji rûspî û şêxên eşîran, leşker, siyasetmedar, saziyên sivîl, partiyên siyasî, ciwan û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Zehra El-Hemade bixêrhatina mêvan kir û lidarxistina kongreya duyemîn li endam û mêvanan pîroz kir.

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdullah El-Mebrok perspektîfên siyasî xwendin û wiha tê de hate gotin: "Dewletên destwerdan li krîza Sûriyê û Rojhilata Navîn kirine hewl didin herêmê li ser bingeha olî û mezhebî parçe bikin da ku berdewama krîzan û berjewendiyên xwe misoger bikin."

Her wiha El-Mebrok behsa "çareseriyên" dawî ku hikumeta Şamê li Dêrazor û Dera pêk anîne kir, her wiha got opozîsyon bû çete û ji bo berjewendiyên dagirkeriya Tirk dixebitin û bi Erdogan re siyasetên qirêj û guhartina demografî li Efrînê dimeşînin.

El-Mebrok îşaret bi girîngiya Partiya Sûriya Pêşerojê di qonaxa niha ya krîza Sûriyê de kir ku di encama tevger û xwestekên gel de pêk hat, ji ber wê diruşma wê pirrengî, nenavendî û diyaloga sûrî-sûrî bû.

Dûvre peyamên saziyên sivîl, leşkerî, rûspî û şêxên eşîran û partiyên siyasî ku ji kongreyê re şandin hatin xwendin. Di peyaman de piştgirî ji partiyê re hate nîşandan, her wiha hate gotin jî divê yekitiya sûrî were avakirin ku li hember astengiyên hundirîn û derve bisekinin, bi nêrîna partiyê ya ji bo çareserkirina doza Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî ve girêdayî ne û divê tevahî hêzên siyasî û pêkhate di çareseriyên de beşdar bibin û tevahî pêkhate di civînên navneteweyî de yên ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê beşdar bibin.

Her wiha dîwan ji bo rêvebirina kongreyê hate avakirin; tê de serokê meclisa ciwanan Hesen El-Kino, seroka partiyê Zehre El-Hemade û alîkarê serokê partiyê yê giştî Cahid Hesen.

Piştî wê rewşa rêxistinî ya partiyê şaxê Tebqayê bi nirxandineke rexneyî li ser mekanîzmaya xebatê hate nirxandin û bal kişand li ser mijara rêxistinbûnê li hember partiyê û endamên wê û xurtkirina endamên partiyê da ku di qonaxa bê de bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.

Her wiha deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hate vekirin ku li ser rewşa rêxistinî nîqaş bikin û encamnameyên nîqaşê wiha ne;

Divê têkoşîna aştiyane berdewam be, hîma girseya gel berfireh be, xebata rêxistinî were xurtkirin, armancên partiyê û rêgezên wê werin belavkirin û bi rêya dezgehên guncaw piştevaniya platformên partiyê were kirin.

Her wiha mecliseke nû ji 37 endaman hate hilbijartin, ji wan jî serokê partiyê Ehmed El-Xelef û cîgira partiyê Bêrîvan Dodex hatin hilbijartin.

Li dawiyê, serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El-Xelef encamname xwend.

(fr)

ANHA