Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cemal û Xelîl re xwest

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên Xelîl Bekî û Cemal Kobanê re xwestin.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cemal û Xelîl re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cemal û Xelîl re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cemal û Xelîl re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cemal û Xelîl re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cemal û Xelîl re xwest
25 ÇILE, 2022   15:38
KOBANÊ

 Şervanê wan Xelîl Bekê (Xelo Reş) 21'ê Çileya 2022'an dema li ser erka xwe bû ji ber qezayê li Minbicê şehîd bû, rêveber girtîgeha Sînaa ya li Hesekê Cemal Oso (Cemal Kobanê) di berxwedana li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgehê şehîd bû.

Şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên sivîl, kesayetên ji partiyên siyasî yên herêma Firatê berê xwe dan Qada Şehîd Egîd a bajar kom bûn, paşê berê xwe dan gundê Xorxorê yê rojavayê bajarê Kobanê ku cihê jidayikbûna şehîd Cemal Oso (Cemal Kobanê) ye.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê PYD`ê yê navçeya Qenaya Şewket Mexarî axivî û îşaret bi rola şehîd Cemal û şehîdên azadiyê ku ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda kirin, kir.

Şewket Mexarî wiha domand: "Di van rojên zehmet de me ji cîhanê re îsbat kir ku em banga mirovahiyê dikin. Em şer naxwazin ku hin kes dibêjin. Ev hemû jî bi saya berdêlên ku şehîdên me dane. Ji ber vê yekê jî serkeftin dê ya me be. Ji ber di nava dîrokê de me serê xwe ji tu kesî re netewandiye."

Her wiha şênî herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Xelîl Bekî (Xelîl Reş) ê li gundê Zirîk ê başûrê bajarê Kobanê û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin, bidawî bû.

(bx)

ANHA