Li Holê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Holê 4 çeteyên DAIŞ'ê girtin û çek û cebilxaneyên bi wan re desteser kirin.

Li Holê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê hate girtin
25 ÇILE, 2022   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li navçeya Holê şaneyeke DAIŞ'ê ji 4 kesan pêk dihat, girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya operasyonên ewlehî û lêgerînê de ku hêzên me li ser tevgerên şaneyên veşartî  yên ku hewl didin sûdê ji rewşa li girtîgehê Sînaa ya Hesekê werbigirin û ji bo derbekirina ewlehiya herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şeva Duşemê 24'ê Çileyê, 4 endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê li Holê girtin û miqdareke çek û cebilxan ku bi wan re bûn desteser kirin.

Çek û alavên ku hatine desteserkirin ev in:

3 çekên Kalaşnîkov, 2 çifteyên nêçîrê, 1 berno, 186 guleyên berno, 5 cercûr, 2 xencer, 3 telefonên destan.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku heger tevger yan jî alavekî bi guman dîtin agahî bidin nêzîktirîn nuqteyên hêzên me."

(bx)

ANHA