Êrişên dewleta Tirk û DAIŞ'ê li Helebê hatin şermezarkirin

Bi diruşma "Li dijî dagirkeriyê..jinê ciwan soza tolhildanê didin", Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê û hewldanên jinûve vejandina çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk û DAIŞ'ê li Helebê hatin şermezarkirin
25 ÇILE, 2022   14:27
HELEB

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.

Di meşê de alên Yekitiya Jinên Ciwan, posterên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên komkujiya Kobanê û pankartên bi nivîsên " Li dijî dagirkeriyê..jinê ciwan soza tolhildanê didin"hatin hildan.

Meş ji jêrzemîna Yasîn  a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirinê êrişên dewleta Tirk a dagirker û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Meş li qada Heft Şehîdan a beşê rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.

 Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, Heyfa Bekir axivî, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan kurdan qir bike."

Her wiha destnîşan kir ku ciwanên şoreşger bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker didin û dê tevahî planên wan têk bibin.

Heyfa Bekir da zanîn ku dewleta Tirk di demên dawî de lawaz bûye, ji ber vê yekê destekê dide çeteyên DAIŞ'ê da ku wê ji nû ve li herêmê zindî bike.

Heyfa Bekir wiha got: "Bi şopandina xeta rêber Abdullah Ocalan û bi berxwedana gerîlayan em ê planên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din ji xaka me têk bibin."

ANHA