Desteya Tenduristiyê: Parêzgerê Hesekê gihandina alîkariya tibî ji bo Hesekê asteng dike

Desteya Tenduristiyê ragihand ku parêzgerê Hesekê karê rêxistinên navneteweyî yê gihandina alîkariyên tibî ji bajarê Hesekê re asteng dike.

Desteya Tenduristiyê: Parêzgerê Hesekê gihandina alîkariya tibî ji bo Hesekê asteng dike
25 ÇILE, 2022   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku niha pêwîstiya bajarê Hesekê bi alîkariyên tibî heye, bi taybet di vê demê de ku operasyonên leşkerî li bajêr bedewam in û gelek birîndar hene.

Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê bi erebe û motorsîkletekê bombebarkirî li nêzî deriyê sereke yê girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku 5 hezar girtiyên DAIŞ'ê tê de bûn, 20’ê Çileyê êriş pêk anîbû.

(dx)

ANHA