Ferhad Şamî: Xema me rizgarkirina dîlgirtiya û parastina şêniyan e

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD‛ê got, hêzên wan ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan bi baldariyeke mezin di girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran de tev digerin û got: "Xema me rizgarkirina dîlgirtî û parastinên şêniyan e."

Ferhad Şamî: Xema me rizgarkirina dîlgirtiya û parastina şêniyan e
25 ÇILE, 2022   14:48
HESEKÊ

Têkildarî geşedanên dawî li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê û tevgera li derdora girtîgeha Sînaayê berpirsê Navenda Raghihandina QSD'ê Ferhad Şamî ji ANHA'yê re axivî.

Ferhad Şamî wiha got: "Operasyonên bibaldar û nenormal hene, ji ber tişta dibe ne normal e. karmendên sivîl hatine dîlgirtin, zarokên DAIŞ’ê hene. Çete wan weke mertalên zindî li hember hêzên me yên di girtîgehê de bi kar tîne û hin hestiyariyên din hene."

Şamî wiha domand: "Em dixwazin bi zirarekî kêm ji vî şerî derkevin. Rewş di bin kontrolê de ye. Tu cihên ku tê re şane ji girtîgehê birevin tune ne yan jî xwe bigihînin herêmên din. Girtîgehê bi temamî dorpêçkirî ye. Du vebijêrk li pêşiya wan hene, an werin kuştin an xwe radest bikin, ji bilî wê tu rê tune ne."

Li Hesekê ji êvara pêncşema borî ve şerekî dijwar di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştevaniya QSD’ê û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de ku ji derve ve êriş kirine heye.

Ferhad Şamî li dawiyê got, "Xema hêzên wan (QSD) di radeya yekemîn de rizgarkirina dîlgirtiyan û rizgarkirina sivîlên ku weke mertalên zindî tên bikaranîn. Her wiha silametiya dîlgirtiyan û şêniyan ji hêla QSD’ê ve ji kontrolkirina girtîgehê yan jî ji mijarên din girîngtir e. Ji ber kontrolkirina girtîgehê hêsan e. Xema me, ji tunekirina çeteyan zêdetir, rizgarkirina dîlgirtiyan û parastina gelê me ye."

(fr)

ANHA