PYD`ê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

PYD`ê salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û destnîşan kir ku Kobanê bûye sembola berxwedana mirovên azad. Di heman demê de diyar kir ku xetere li ser Kobanê didomin.

PYD`ê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
25 ÇILE, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir ku serkeftina Kobanê hêviyên gel zindî kirin. Her wiha destnîşan kir ku serkeftina Kobanê dê di bîra Kurd û Kurdistanê de zindî bimîne.

Meclisê di daxuyaniyê de daxuyand ku rizgarkirina Kobanê qonaxeke dîrokî ya girîng bû û îsbat kir ku gelê Kurd bi yekitiyê dikare hêviyên xwe pêk bîne û ev yekitî li Kobanê pêk hat. Her wiha serkeftina Kobanê xuya kir ku gelê birêxistinkirî dikare li hember hêzên herî dijminane bisekine.

Meclisê di daxuyaniyê de got: “Serkeftina Kobanê dê di bîra kurd û mirovahiyê de zindî bimîne. Dê bi ruhê serkeftina Kobanê serkeftinên din werin bidestxistin.”

Meclisa Giştî ya PYD`ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Kobanê bû destpêka Kurdên ku ji bo xwe şer dikin û nakeve xefika dijminan û xwedî li nirxên mirovahiyê derdikeve û parastina wê dike, ji ber wê hemû gelên cîhanê li hember lehengiya li Kobanê heyran man.

Meclisê got serkeftina Kobanê bû sembola berxwedana mirovên azad û ji dijminan re bû kabûs. Ji wê rojê û vir ve, dijmin Kobanê dikin hedef.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di dawiyê de got: “Em gelê xwe di salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê de pîroz dikin û bejna xwe li ber şehîdên azadiyê ditewînin. Em di wê baweriyê de ne ku birêxistinkirin û têkoşîna bi ruhê Kobanê dê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bibin û dê ewlehî li Sûriyê bi giştî peyda bibe.”

(şx)

ANHA