Çeteyekî din ê DAIŞ’ê hate girtin

Operasyonên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê berdewam dikin. Di operasyona îro de çeteyekî din hate girtin.

Çeteyekî din ê DAIŞ’ê hate girtin
25 ÇILE, 2022   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê operasyonên paqijkirinê yên hêzên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berdewam dikin. Îro jî çeteyek hate girtin.

Di operasyona duh ya QSD’ê ya li taxa El-Zihûr de, di encama pevçûnê de 5 çete hatibûn kuştin û çeteyek jî reviyabû. Di operasyona îro de çeteyê ku duh reviyabû jî hate girtin.

Operasyonên paqijiyê yên li herêmê berdewam dikin.