​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir

Koçberên ji taxa Xiwarên û Zihûr diyar kir ku saziyên Rêveberiya Xweser a ku ew pêşwazî kirin, alîkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş kir. Her wiha dan zanîn ku çete hemû pêkhateyên li herêmê bê cudahî dikin hedef.

​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
​​​​​​​Koçberên taxên Xiwêran û Zihûr: Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kir
25 ÇILE, 2022   10:40
HESEKÊ-MEHMÛD IBÊD

Bi armanca bicihkirina koçberan Meclisa Kantona Hesekê bi rêya komîteyên têkildar zêdetirî 350 kes pêşwazî kir û ji wan re cih û pêdiviyên bingehîn peyda kirin.

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran, şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr ên li rex girtîgehê koçber bûn, ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê wan wek mertal bi kar neynin.

Saziyên Rêveberiya Xweser ên kantonê hemû pêdiviyên pêwîst ji koçberan re pêşkêş kir. Her wiha saziyan ragihand ku ew amade ne, malbatên din jî pêşwazî bikin.

Koçbera bi navê Nîhaya Salih a ji taxa Xiwêran got: “Destpêkê em çûn hola Ehlam a li rex çerxerêya Îtfaiyê. Rewş li wir pir zehmet bû. Saziyên Rêveberiya Xweser em pêşwazî kirin, pêdiviyên bingehîn mîna batanî, singer û xwarin û vexwarin û heta sobe ji me re pêşkêş kirin.”

Nîhaya Salih spasiya saziyên Rêveberiyê kir û da zanîn ku DAIŞ li ser hemûyan xeter e û hemûyan bê cudahî dike hedef.

Koçberê bi navê Ebdulxefûr Ehmed ê ji taxa Xiwêran spasiya saziyên Rêveberiya Xweser ku alîkarî ji hemûyan re pêşkêş kirine, kir.

Ehmed wiha pê de çû: "Saziyên Rêveberiya Xweser her tişt ji me re pêşkêş kirin; xwarin, vexwarin, sobe, batanî, singer û cilûbergên zivistanê. Em hêvî dikin ku QSD`ê vê xeteriyê rake û em vegerin warên xwe."

(şx)

ANHA