​​​​​​​QSD: Hejmara çeteyên ku xwe radest kirine gihaşt 550 çeteyî

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî ku 250 çeteyî îro danê sibehê xwe radestî hêzên me kirin, hejmara giştî çeteyên ku xwe radest kirine, gihaşt 550 çeteyî.

​​​​​​​QSD: Hejmara çeteyên ku xwe radest kirine gihaşt 550 çeteyî
25 ÇILE, 2022   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan bi awayekî baldar li dijî avahiyeke girtîgeha Sînaa ku çete tê de bûn, operasyoneke serdegirtinê li dar isitine.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku îro danê sibehê piştî operasyoneke hêzên wan, 250 çeteyî xwe radestî wan kirine. 

Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hejmara çeteyên ku xwe radestî hêzên wan kirine, gihaşt 550 çeteyî.