​​​​​​​Dr.Mistefa Selah: DAIŞ hewl dide ji nû ve serweriya xwe ferz bike

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Mistefa Selah da zanîn ku êrişên şaneyên DAIŞ’ê dê bandoreke mezin li belavbûna fikirê DAIŞ’ê li herêmên Sûriyê bike. Selah got, DAIŞ hewl dide ji nû ve serweriya xwe ferz bike.

​​​​​​​Dr.Mistefa Selah: DAIŞ hewl dide ji nû ve serweriya xwe ferz bike
25 ÇILE, 2022   04:15
NAVNEDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êvara pêncşemê, 20’ê vê Çileyê êrişî girtîgeha Xiwêran a taybet bi girtiyên çeteyên DAIŞ’ê kir, da ku xwe bigihînin deriyê rojavayê girtîgehê û beriya wê erebe teqandin da ku çeteyan ji girtîgehê birevinîn.

Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran duyemîn mezintirîn girtîgeha girtiyên çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê ye û tê de nêzî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên sûrî, iraqî û biyanî hene. QSD’ê çalakiyên xwe li taxên nêzî girtîgehê didomîne.

Têkildarî êrişan, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Mista Selah ji ajansa me re axivî û wiha got: " Rêxistinên terorîst dê dema pêş bi awayekî giştî xwe çalak bikin, xwe bi cih bikin û ji nû ve xwe li herêmên berê xurt bikin an jî li herêmên nû bigerin. Ev yek girêdayî rewş û nakokiyên li herêmê û hevsengiyên di navbera hêzên herêmî de ye. Vê yekê jî aliyên ewlehî yên lawaz bi xwe re anîn ku DAIŞ’ê baregehên nû li van herêman çêkirin ku lê belav bibin. Li aliyekî din jî serweriya Talîbanê li ser desthilatê ji van koman re bû destek, çi di aliyê herêmî de çi di aliyên cîhanî de be ku derbasî hevsengiyên nû bû û nexşeyeke nû ji bo jinûve belavkirinê deynin."

'TIRKIYE JI BO PÊKANÎNA ÊRÎŞAN LI GIRTÎGEHAN GELEK OPERASYONÊN TAYBET PÊK TÎNE'

Li ser destekdayîna dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Mistefa Selah wiha domand: "Ez texmîn dikim ku hin dewletên ku armancên wan siyasî ne hin komên tudraw di van dosyayan de bi kar tînin bi taybet dosyaya Sûriyê. Mîna dewleta Tirk ku gelek êrişên taybet li dijî girtîgehên tê de rêxistinên tundraw hene bi taybet DAIŞ’ê, pêk tîne."

Selah wiha pê de çû: "Ji ber vekişîna navneteweyî, berdewama nakokiyan dewletan, bi taybet nakokiyên Rûsya, Tirkiye û Îran li van herêman, herêm di rewşeke derbasbûna cîhadîstan de ye. Di encamê de rewşa ewlehiyê ya gelek herêman lawaz bûye ku zemîneke nû ava kir ku dibe bi rêya wê mîna van rêxistinan derkevin."

‛DAIŞ HEWL DIDE JI NÛ VE SERWERIYA XWE LI HERÊMÊ FERZ BIKE’

Selah bal kişand ser armanca êrişa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: "Ez texmîn dikim ku rêxistina DAIŞ’ê hewl dide bi êrişên li ser girtîgehê, endamên xwe derxe ku nûnertiya hêzeke birêvebirinê ya mezin û hêzeke perwerdekar a li ser çalakiyan dike. Armanca pêşî û ya dawî jî hewl dide  ku endamên nû tev li rêxistinê bike da ku serweriya xwe li ser herêmê ferz bike. "

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’ê kir, lê civata navneteweyî vê mijarê paşguh dike û hîna bersiva bangê nedaye.

Dr. Mistefa Selah îşaret bi metirsiyên civata navneteweyî ya ji bo darizandina çeteyan kir û wiha pê de çû: "Têkildarî darizandina çeteyên ji aliyê navneteweyî ve yan jî jinûve wergirtina wan ji aliyê dewletên wan ve, ez texmîn dikim ku ev mijar gelek zehmet e, bi taybet metirsiyên rojavayî ji vegera van çeteyan li welatên wan û gefên li ser ewlehiya neteweyî ya wan hene. Ji wê zêdetir jî astengî di diyarkirina nasnameya wan çeteyan de heye. Pêdiviya vê yekê bi gelek tedbîr û siyasetên cîhanê hene ku bibe piştgiriya çareserkirina vê pirsgirêkê."

BERPIRSIYARÊN CIVATA NAVNETEWEYÎ

Mistefa Selah bal kişand ser rola civata navneteweyî û wiha anî ziman: "Erka civata navneteweyî ye ku wan çeteyan ji hev derxe, anku wan ji welatên wan re bişîne da ku wan ji nû ve perwerde bike, an jî zextê li dewletên wan bike da ku tevahî welatiyên xwe vegerîne û ji nû ve wan tev li civakê bike."

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Mistefa Selah di dawiyê de behsa bandorên vê êrişê kir û wiha got: "Ev êriş dê bi awayekî mezin bandorê li ser jinûve belavbûna fikirê DAIŞ’ê li herêmên Sûriyê bike yan jî bandorê li wan bi xwe bike, ji ber ku rêxistinê xwe li herêmên Sûriyê û Iraqê dît. Di encamê de bi van çalakiyan hewl didin ji nû ve serweriya xwe ya beriya 2019’an vegerînin."

(fr)

ANHA