Li Hesekê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 çeteyên DAIŞ`ê li Hesekê girt û mijqdareke mezin a çek û cebilxaneyan desteser kirin.

Li Hesekê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
24 ÇILE, 2022   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrriyê di vê derbarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di operasyonên lêgerînê de ku hêzên me li dijî şaneyên sûcdar pêk tîne û ji bo berdewamiya serkeftinên li dijî terorê, hêzên me yên ewlehiyê li taxek derdora girtîgeha Sînaa ya kantona Hesekê şaneyeke teror ji 3 kesan girt. Her wiha miqdareke mezin a çekan desteser kirin ku ji bo destekdayîna terorîstan û astengkirina pêşevçûnên hêzên me li hemberî terorîstan, bi kar dianîn.

Em bang li welatiyan dikin ku heger rewşên biguman dîtin yekser li ser van hejmaran agahiyê bidin:

Hesekê: 0935142722

Qamişlo: 0935879205

Nivîsgeha têkiliyan li Qamişlo: 0980155014

Nivîsgeha têkiliyan li Hesekê: 0935812556

(bx)

ANHA