Koordînatora êrişê dewleta Tirk e-AHMET BÎRSÎN

Koordînatora êrişê dewleta Tirk e-AHMET BÎRSÎN
25 ÇILE, 2022   00:38

Di 20’ê Çileyê de li hemberî girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişeke plankirî û organîze pêk hat ku di wê girtîgehê de 5 hezar DAIŞ’î tên girtin. Dema ku mirov li çawaniya êrişê dinêre, heke serkeftî bibûya dê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoyeke krîtîk û ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî dê pêvajoyeke xeternak dest pê bikira. Heke 5 hezar çeteyên tundraw bihatana derxistin, muhtemelen dê êrişa duyemîn li ser Reqayê pêk bihata. Bi vî awayî dê DAIŞ ji nû ve zindî bibûya. Anku ji nû ve komkujiyên komî, firotina jinan li bazaran, serjêkirina mirovan û teqînên li qadên Rojhiata Navîn û cîhanê dê dîsa biketana ser manşetan. Lewma jî civata navneteweyî û gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyndarên şehîdên vê êrişê û QSD’ê ne.

Lê belê hê jî her tişt neqediyaye. Divê ev êriş bi berfirehî were nirxandin. Her wiha Rêveberiya Xweser jî vê êrişê ne tenê wek êrişeke li dijî girtîgehê dibîne, lê wek parçeyekî planeke berfireh dibîne. A rast jî ev e. Lewma bi operasyoneke berfireh bersivê dide. Ji ber ku DAIŞ bi hêza xwe ya heyî nikare êrişeke wiha bike. Tenê bi desteka îstîxbaratê dikarin van DAIŞ’iyên ji gelek deveran kom kirine, bi çek bikin û bixin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Jixwe dema ku mirov bala xwe dide ser îfadeyên çeteyên girtî, xuya dibe ku di ser Serêkaniyê û Girê Spî re ku her du jî di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne û hinek jî ji Iraqê derbasî herêmê kirine. Çeteyên welatiyên welatên cuda jî di nava wan de hene. Lewma jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariyeke sûc a mezin re rû bi rû man.

Tê zanîn ku di demen dawîn de li Iraqê êriên DAIŞ’ê zêde bûne. Kazimî ku bi xwe jî endamekî îstîxbaratê yê berê ye, ji bo ku li ser desthilatê bimîne, bi dewleta Tirk re tev digere û ev yek gelek caran li ser çapemeniyê jî xuya bû. Êrişên li ser Şengalê nîşaneya berbiçav a vê yekê ne. Dîsa têkiliyên demên dawîn ên rejîm û îstîxbarata Sûriyê yên bi dewleta Tirk re û nemaze hewldana rejîma Sûriyê ya reşkirina têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê, planên ji bo rakirina gelê Ereb li dijî Rêveberiya Xweser bi propagandaya “sûcên şer dikin” ku bi vê propagandayê destekê didin DAIŞ’ê jî û hevdîtinên veşartî yên bi eşîran re, di vê pêvajoyê de pêk hatin. Her çend nakokî û pevçûna rêxistinên îstîxbaratê hebin jî, li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne yek. Lewma ev êriş her çend bi destê DAIŞ’ê pêk hatibe jî, divê wek êrişeke ji bo berjewendiyan a hêzên navneteweyî û herêmî were dîtin. Dewleta Tirk ev êriş plan kir û bi rê ve dibe.

Piştî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dû hev çêbûn. Êriş bi hewldana kontrolkirin rêya M4 bûn. Êrişên herî dijwar li ser vê herêmê çêbûn. Her wiha erebeyeke ku ji bo destekê diçû Hesekê û li Şengalê hêzên YBŞ’ê bi balafirên bêmirov kirin hedef. Heke DAIŞ di demeke kurt de nehata astengkirin, dibe ku li kmapa Holê jî êrişên bi heman rengî çêbûna. Li gel aloziya li hundir dê QSD mijûl bikirana û bikarîna rêya M4 kontrol bikin. Lê hêzên QSD’ê li her du eniyan şer kir û nehişt ev plan biçe serî. Ne hişt dagirkerî çêbe, ne jî hişt îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bibe.

Parçeyê din ê plana dewleta Tirk jî ew bû ku DAIŞ’ê vejîne. Ji ber ku xilasbûna DAIŞ’ê ji bo wê, windakirina navgîneke mezin e. Dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re gelek deverên Sûriyê dagir kirin. Li Rojhilata Navîn û Ewropayê çi dema xwest DAIŞ li dijî hêzên dijberî xwe bi kar anî. Lewma niha zêdetir hewcedarî DAIŞ’ê ye. Dewleta Tirk li derve û hundir têk çû. Êdî her kes bi aşkeratir dibêje dewleta Tirk hêzeke dagirker e. Lewma li Rojhilata Navîn girîngiya DAIŞ’ê ji bo dewleta Tirk zêdetir bû.

Bi ser de jî DYA û Koalîsyona Navneteweyî ji bilî êrişên bi balafirên bêmirov, destûr neda dagirkirina cihên wekî Kobanê, Minbic, Til Temirê. Destûreke wiha dê bi kêrî Rûsyayê jî neyê. Li hemberî vê yekê jî dewleta Tirk êrişên DAIŞ’ê yên li dijî rejîmê sekinandin û berê wan da Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi êrişa li Hesekê hewl dide hêviyê bide serçeteyên DAIŞ’ê yên girtî û bi vî şiklî bendewariya wan a ji dewleta Tirk xurt bihêle. DAIŞ têk çû û serçeteyê wê hate kuştin. Lê her kes dizane ku serçeteyê wê yê nû dewleta Tirk e. Lewma DAIŞ ji berê zêdetir girêdayî delweta Tirk e. Gelek serçeteyên DAIŞ’ê li ku derê dijîn? Li Serêkaniyê, Girê Spî û Idlibê. Her kes dizane ku gelek serçeteyên DAIŞ’ê yên di demên dawîn de hatin kuştin, li wan deveran bûn. Lê mixabin tevî ku Rûsya û DYA jî bi vê yekê dizanin lê ji ber berjewendiyên xwe li hember dewleta Tirk bê deng dimînin.

Bi vê êrişê re careke din hate dîtin ku heta ku tifaqa gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe, tu hêz nikarin wan têk bibin. Baweriya bi hêza xwe, nîvê serkeftinê ye. Nîvê din ê serkeftinê jî, israra ciwanên Hesekê ya şerkirina li gel QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bû ku tevî ku jê re hate gotin nikarin vê yekê bikin jî, lê dîsa ev yek kirin. 

ANHA