ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2022
25 ÇILE, 2022   00:00

-Bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa Navçeya Çilaxa çalakiyê li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê kongreya xwe li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Digel paşguhkirina hovîtiya dewleta Tirk li dijî kantona Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê civatên navneteweyî ve, dewleta Tirk armanc dike ku tola DAIŞ`ê hilîne û sembola berxwedanê ya cîhanê têk bibe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Mistefa Selah da zanîn ku êrişên şaneyên DAIŞ’ê dê bandoreke mezin li belavbûna fikirê DAIŞ’ê li herêmên Sûriyê bike. Selah got, DAIŞ hewl dide ji nû ve serweriya xwe ferz bike. (BI WÊNE).

-"Lihevkirin" yên ku hikumeta Şamê li gelek herêman pêk tîne, hewldaneke da ku desthilata xwe li ser welat vegerîne û muxalifan tesfiye bike. Li ser mijarê endamê damezrîner ê Partiya Kombûna Niştimanî ya Sûriyê li başûr Yasîn El-Belxî hişyarî da û got: "Ev lihevkirin lîstokeke pir xeter e." (BI WÊNE).

- Hemdan El Ebid bertek nîşanî daxuyaniyên rejîma Şamê yên ku QSD’ê sûcdar dike da û sûcên rejîmê yên li girtîgehên Palmîra û Sednaya bi bîr xist. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di 20’ê Çileyê de li hemberî girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişeke plankirî û organîze pêk hat ku di wê girtîgehê de 5 hezar DAIŞ’î tên girtin. Dema ku mirov li çawaniya êrişê dinêre, heke serkeftî bibûya dê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoyeke krîtîk û ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî dê pêvajoyeke xeternak dest pê bikira. Heke 5 hezar çeteyên tundraw bihatana derxistin, muhtemelen dê êrişa duyemîn li ser Reqayê pêk bihata.

- Gelê Rojava dîsa di 20’ê Çileyê bi planeke xeternak a dewleta Tirk re rû bi rû ma. 20’ê Çileyê salvegera dagirkirina Efrînê ye. Êrişa berfireh a DAIŞ’ê bi êrişa li ser girtîgeha li Hesekê re sînordar ma. Her ku nepeniyên êrişê aşkera dibin, armanca plana êrişê ya hovane jî derdikeve holê ku armanc ne tenê girtîgeh bû, lê Rêveberiya Xweser bi giştî bû.

KURDISTAN

- Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen diyar kir ku PKK`ê ne teror e, lê belê şerê terorîstan li herêmê kir û got, banga rakirina navê wê ji "lîsteya terorê" erka her kesî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwişk û birayên girtiyên siyasî û şehîdan da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji girtina têkoşeran, vemirandina tîrêja azadiyê ye û gotin: "Em ê piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di vê mehê de li çend herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berf bariya. Cotkar dibêjin ev sal ji bo wan saleke bi xêr e. Endezyarekî çandiniyê jî diyar kir ku barîna berfê 10 qatan li barîna baranê ye, heta niha derdora 100 mm berf erdê girtiye û got: “Ji sedî 75 bandoreke erênî li aboriya herêmê bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA