​​​​​​​Di salvegera rizgarkirina Kobanê de.. dewleta Tirk tola DAIŞ`ê hiltîne

Digel paşguhkirina hovîtiya dewleta Tirk li dijî kantona Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê civatên navneteweyî ve, dewleta Tirk armanc dike ku tola DAIŞ`ê hilîne û sembola berxwedanê ya cîhanê têk bibe.

​​​​​​​Di salvegera rizgarkirina Kobanê de.. dewleta Tirk tola DAIŞ`ê hiltîne
25 ÇILE, 2022   01:46
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Di 27`ê Çileya 2015`an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê ragihand. Ev roj, di şerê li Sûriyê û Iraqê li dijî terorê de, nuqteyeke guhertinê ya girîng bû bi taybte piştî ku erdnîgariyên berfireh ên du welatan ketibûn bi kontrola çeteyên DAIŞ`ê.

Di wî şerî de bajarê Kobanê bi rêjeya ji sedî 70 wêran bû; bakur û navenda wê bi rêjeya ji sedî 30 bi temamî wêran bû û bi rêjeya ji sedî 40 bi awayekî beşî wêran bû.

KOBANÊ… CIHÊ YEKEMÎN Ê TÊKBIRINA DAIS`Ê

Salên di navbera 2014 û 2019`an de, DAIŞ`ê erdîngariyeke berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir kir. Di wê demê de çeteyên DAIŞ`ê yên ji welatên cuda yên cîhanê hatibûn, mezintirîn bajarên Sûriyê û Iraqê; Musil, Dêrazor, Tekrît û Felûce dagir kirin.

Dewleta Tirk salên di navbera 2014 û 2016`an de sînorên xwe yên bi Sûriyê re li pêşiya bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê vekirin.

Şerê Kobanê ku zêdetirî 6 hezar çete di 5 mehan de li bajêr hatin kuştin, tevî desteka dewleta Tirk a kontrolkirina bajêr, di tunekirina DAIŞ`ê de xaleke girîng bû,.

`ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ KOBANÊ JI DEMA TUNEKIRINA DAIS`Ê VE NESEKINÎNE`

Bajar, bajarok û gundên Sûriyê roj bi roj rizgar bûn. Piştî ku bajarên mîna Minbic, Tebqa û Reqayê ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, DAIŞ hilweşiya û di erdnîgariyeke biçûk de ku hezar metredam li Baxozê hatin dorpêçkirin. 3 hezar çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) kirin. Her wiha piştî şerên dijwar QSD`ê bi hezaran ji wan girtin.

Dewleta Tirk bê navber êrişî kantona Kobanê ku gelên zêdetirî 93 welatan piştgiriya berxwedana wê ya li dijî DAIŞ`ê kiriye, dike. Dewleta Tirk şêniyên vê herêmê ku parastina xaka xwe dikin, bi "terorîst" bi nav dike. Rizgarkirina Kobanê di Çileya 2015`an de wekî binkeftina yekemîn a DAIŞ`ê ku dewleta Tirk a dagirker wê demê piştgiriya wê dikir, tê hesibandin.

Topbaran û gefên dewleta Tirk li dijî herêmên sînor ranewestiyan da ku moralê bide çeteyan. Bi dehan ajansan belgeyên fermî yên têkiliyên di navbera istixbarata dewleta Tirk û DAIŞ`ê de ji bo kontrolkirina herêman li Sûriyê û Iraqê eşkere kirin.

Dronên dewleta Tirk a dagirker di 2 salan de 9 caran warên tijî şênî li kantona Kobanê kirin hedef. Herî dawî di 25`ê Kanûna borî de bû ku di encamê de 11 welatî şehîd bûn.

Rayedarên Tirk bêdengiya civata navneteweyî û dewletên garantor û rêxistinên mafên mirovan bi kar tînin û gefa destwerdana Kobanê dixwin.

Topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojhilat û rojavayê gundewarê Kobanê û taxên bajêr, ji 7 salan û vir ve ranewestiyane. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker di 8`ê Çileyê de 6 gundên rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de 12 welatî birîndar bûn. Di nav wan de zarok jî hene.

/kr/uploads/files/2022/01/24/201709_img_7058.webp

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk ji topbarana dawîn a li dijî kantonê ya di vê dawiyê de, dixwaze peyaman bide ku ew ê tola DAIŞ`ê ji sembola berxwedanê bajarê Kobanê hilîne." 

Hesen Koçer têkildarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker idîa dike ku ew ewlehiya xwe diparêze. Ewlehiya neteweyî ya vî gelî jî heye. Ev gelek demokrat û azad e. Çima hebûna vî gelî tê paşguhkirin. Ev tiştekî ne mentiqî ye û derexlaqî ye."

`BERJEWENDIYÊN DI NAVBERA DEWLETÊN CÎHANÊ Û TIRKIYÊ DE REWŞEKE KIRÊT FERZ DIKE`

Hêzên fakor di serî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tu helwestê li hember êrişên hovane û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan nade.

Di vî warî de Hesen Koçer got: "Ji ber berjewendiyên di navbera dewletên cîhanê û dewleta Tirk de, rewşeke kirêt hat ferzkirin. Ji ber wê bêdengî berdewam e û dê di encamê de komên terorîst ên ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike li cîhanê belav bibin."

Koçer wiha domand: "Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê îdia dike ku li Sûriyê şerê DAIŞ`ê dike. Dewleta Tirk jî endameke NATO`yê ye û hêza herî mezin e ku piştgiriya DAIŞ`ê dike. Ev sedema sereke ya belavbûna tevliheviyê li herêmê ye. Gelo helwesta Koalîsyona Navneteweyî di vê mijarê de çi ye?"

Hesen Koçer bi domdarî got: "Kampa Holê xetertirîn herêmên li cîhanê ye û sûcên herî giran lê tê kirin, sedema sereke û bingehîn a wan êrişan jî, pitgiriya dewleta Tirk a ji şaneyên DAIŞ`ê re ye."

`HEWL DIDIN HERÊMÊN DERDORA KOBANÊ BIKIN ÇAVKANIYA DAIŞ Û EL-NUSRA`

Fermandarê giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî piştî destwerdana dewleta Tirk a dagirker li ser Girê Spî û Serêkaniyê ji telefîzyonê re axivîbû û eşkere kiribû ku QSD`ê navên 47 serçeteyên DAIŞ` ê belge kirine ku piştî tunekirina DAIŞ`ê reviyane Tirkiyê û li rex dewleta Tirk a dagirker şerê herêmê kirine.

Dewleta Tirk cihê ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî xwe tê de veşartibû, dizaî. Ebû Bekir El-Bexdadî di operasyoneke hevbeş a DYA û QSD`ê de li parêzgeha Idlibê hat kuştin.

Droneke girêdayî Koalîsyona Navneteweyî di Cotmeha borî de serçeteyê DAIŞ`ê Subahî El-Îbrahîm ê bi navê Ebû Hemze El-Şihêl tevî du ewlekarên wî li gundê Idwaniyê yê gundewarê Serêkaniyê yê dagirkirî kir hedef. Her wiha serçeteyê koma "Huras El-Dîn" a girêdayî El-Qaîdê Ebdulhemîd Matar li gundê Erbîd ê Girê Spî kuşt.

Di heman çarçoveyê de Hesen Koçer diyar kir ku herêmên dagirkirî bûne çavkaniyên serçeteyên DAIŞ`ê. Kesên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi rê ve dibin, ji hemûyan ve eskere ye ku ew li gorî perspektîfên dewleta Tirk kar dikin. Her wiha Hesen Koçer ev pirsî:" Koalîsyona Navneteweyî çima li şaneyên DAIŞ`ê digere? Li herêmên ku dewleta Tirk desteser kirine tijî DAIŞ`î ne."

Hesen Koçer wiha domand: "Hedefgirtina projeya demokratîk a li herêmê, bersiveke diyar e ku Koalîsyona Navneteweyê piştgiriya projeya ixwan mislimîn dike. Divê civata navneteweyî zanibe ku firehbûna dewleta Tirk li ser hesabê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser cîhanê bi giştî xeter e. Lewre ji bo sepandina ewlehî û istiqrarê li herêmê, divê piştgiriyê bide projeya demokratîk a li herêmê."

Têkildarî helwesta Rûsyayê, Koçer destnîşan kir ku Rûsya bi rola parastina herêmê ranabe. Ew derbasî herêmê bû qaşo hêzeke garantor e, lê li ber çavên hêzên wê, dronên dewleta Tirk a dagirker welatiyan bombebaran dikin. Koçer wiha domand: "Gelê me vê helwestê qebûl nake. Kesek ji hebûna wê ne razî ye ger wiha bidome."

Di dawiyê de Hesen Koçer wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di çend salên derbasbûyî de, hewl da bajarê Kobanê yê berxwedêr bike çavkaniya ajan û xayînan, û civakê ji hev bixe. Lê ew bi bin ket. Kobanê xayînan qabûl nake. Ew axa Arîn Mîrkan, şoreşa 19`ê Tîrmehê û tunekirina DAIŞ`ê ye, gelê Kobanê wê bi rûmeta xwe bijîn û jiyana bêrûmet qebûl nakin."

(şx)

ANHA