Malbatên girtî û şehîdan: Sûcên dewleta Tirk nikarin vîna me lawaz bike

Xwişk û birayên girtiyên siyasî û şehîdan da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji girtina têkoşeran, vemirandina tîrêja azadiyê ye û gotin: "Em ê piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin."

Malbatên girtî û şehîdan: Sûcên dewleta Tirk nikarin vîna me lawaz bike
25 ÇILE, 2022   06:28
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker hovîtirîn sûcan li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de pêk tîne, li aliyekî din jî girtiyên nexweş ji mafê dermankirinê bê par dike, ji ber vê yekê hefet girtî gihaştin asta şehadetê.

Hisên Misto ji ber ku banga mafên xwe yên rewa kir, ji beriya 27 salan ve di girtîgeha dewleta Tirk de ye. Misto her hefte bi birayê xwe re diaxive.

'TIRKIYE LI DIJÎ ÇI KESÊN BANGA MAFÊN XWE DIKE, DISEKINE'

Birayê Hisên Misto, Mistefa Misto diyar kir ku rewşa birayê wî wekî hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de ye ku bi îşkenceyê re rû bi rû ne û got: "Birayê min erka serxistina doza kurdî girt ser milên xwe, lê dewleta Tirk ew girt, da ku armancên wî têk bibe."

'JI BO SERXISTINA DOZA XWE, EM Ê BEDÊLÊN GIRANBUHA BIDIN'

Mistefa Misto piştgiriya xwe nîşanî berxwedana girtiyan da û ev lê zêde kir: "Di aliyê manewî de em piştevanên girtiyên xwe ne, tişta ji me were xwestin em amade ne bikin, ji ber ku em şopdarên rêya berxwedana girtiyan û şehîdan e û di oxira serxistina doza xwe de, çi were xwestin em ê bikin."

Mistefa Misto îşaret bi siyaseta qirêj dewleta Tirk ên li dijî girtiyan kir û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk dixwaze çirûka azadiya me vemirîne, li aliyekî din jî êrişî herêmên dike da ku me qir bike û têkoşerên me dide girtin û îşkenceyê li wan dike. "

Mistefa Misto diyar kir ku di îşkencekirina girtiyan de rêbazekî din jî bi kar tîne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Girtiyên nexweş ji mafê dermankirinê bê par dike, di encamê de gelek girtî digihêjin asta şehadetê."

Xwişka şehîd Cîger Şêxo, Randa Şêxo jî got, siyaseta dewleta Tirk ne tiştekî nû ye û wiha axivî: "Ji beriya hezaran sal ve dewleta Tirk dijminatiya me dike û bi rêbazên xwe yên qirêj şerê me dike, bi vê yekê hewldana qirkirin me û şikandina vîna me dike."

ꞌEM LAWAZ NABIN, EM BIHÊZTIR DIBINꞌ

Renda Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi paşguhkirina tenduristiya girtiyên nexweş, qanûnan bin pê dike, ji ber ku di hemû girtîgehên cîhanê de mafên girtiyan hene.

Renda Şêxo bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku kiryarên xwe yên hovane rawestîne û dawî li sûcên li dijî girtiyan bîne.

Mihemed Mistefa ji beriya 29 salan ve bi tawana xebata siyasî, di girtîgehên Tirkiyê de ye, bavê wî bi hesreta dîtina wî wefat kir û dayika wî jî ji ber heman sedemê hişê xwe winda kir.

ꞌMORALÊ ME BI BERXWEDANA GIRTIYAN BILINDTIR DIBEꞌ

Birayê şehîd Xoşnav û pismamê girtiyê bi navê Mihemed Mistefa, Menan Mistefa kiryarên dewleta Tirk li dijî girtiyan, nexasim li dijî girtiyên nexweş şermezar kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk dema dibêje, ez dikarin bi îşkencekirina girtiyan û bêparkirina nexweşan ji dermankirinê, vîna gel bişkînim xwe dixapîne."

Mistefa Menan ev li axaftina xwe zêde kir: "Her ku têkoşerek di girtîgehên Tirkiyê de şehîd dibe, em hîn zêdetir bi welatê xwe ve têne girêdan, di heman demê de israra me ya li ser pêkanîna serkeftinê zêdetir dibe, ji lewma em ê dev ji doza xwe bernedin û hêza xwe ji berxwedana girtîgehan û berdêlên şehîdan werbigirin."

Mistefa Menan di dawiyê de bang li NY`yê kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan, bisekinîne.

(eh)

ANHA